Friday, January 15, 2010

Ji Ocalan re azadî

15/01/2010


Roja sêşemê, bi beşdarbûna çend parlamenterên ji Partiya Muhafazakar, Conservatif, Wezîrê ji Welatiyên Îngilîz û Yekîtiya Ewropayê berpirsiyar Chris Bryant amade bûn de, li Sara Westminster Palace di bin navê "Kurdistan" de civînek hat lidarxistin.
Wezîrê îngilîz Chris Bryant, di rûniştinê de bersiva pirsên parlamenterên Partiya Muhafazakar Andrew Pelling û Partiya Karkeran Sheffield û Meg Munn da.
Rûniştin, li ser daxwaz û pirsnameya parlamenterê Partiya Muhafazakar, Conservatif ê Londonê Andrew Pelling û ji desthilatdariya Ingilistanê xwest ku zext û zorê li Tirkiyeyê bikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan, pêk hat.

OCALAN DILSOZ E
Parlamenterê îngilîz Pelling, di rûniştinê de axaftinek kir û girtina DTP’ê bi zimanekî tund rexne kir û got: “Hemberî ku hoy û mercên hucreya Ocalan gelekî xerab e jî ew kurdan ji bo aştiyê teşwîk dike û daxwaza çareseriya riyên demokratîk dike. Ev hewldanên Ocalan, nîşaniya dilsoziyeke mezin e.

SIYASETÊ ESAS DIGIRE
Pelling, wiha dewam kir: Eger em salên 1991’î ku bi zorê û kuştinan gundên kurdan dihatin vala kirin, li ber çavan bigirin. Hingî em ê baş fêm bikin ku kurd çima li dijî tirkan bi hêrs in û bi dijwarî li dijî dewletê derdikevin. Lê ya herî xerab ew e ku kesê ku gelê kurd, ew wek rêberê xwe û îradeya qebûl kiriye di hoy û mercên herî giran de û di hucreya yek kesî de tê hiştin e. Lê Ocalan, li hemberî van hoy û mercên giran jî hevalên xwe ji bo aştiyeke mayinde û çareseriya demokratîk teşwîk dike. Ev nîşaniya cesaret û dilsoziyê ye. Sazkariya partiyeke nû û cih girtina di parlamenê de jî pêşketineke dilxweşî ye.
Pelling piştî axaftina li ser helwesta wêranî û xerab ya gelê kurd, pirseke wiha ji Wezîr Bryant kir: "Gelo Îngilistan der barê serbestberdana Birêz Ocalan û zexta li ser Tirkiyeyê ku pirsgirêka kurd, ne bi terorê, li ser bingeha Destûra Bingehîn çareser bike, çi difikire?
Li ser pirsa parlamenter Pelling, wezîr Bryant got ku, "Pirsgirêka serbest berdana Ocalan, biryara rêvebirên Tirkiyê ye." Wezîrê îngilîz, derbarê rewşa hoy û mercn girtina Ocalan de jî got: "Bi giştî rewşa girtîgehên Tirkiyê ne baş in û ne ideal in.
ÇARESERÎ NEBE NABE
Wezîrê îngilîz Bryant axaftina xwe wiha domand: "Em weke desthilatdarî dixwazin ku Tirkiye wek dewletekî sekuler yanî ji zext û zora oldariya hişk dûr ya misilman bikeve Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku em naxwazin Yekîtiya Ewropayê bibe Kuluba Xristiyanan. Lê li Tirkiyeyê, mafê mirovan û sîstema hiqûqê ne hemdemî ye û pêwîst e guhertin werin pêkanîn. Eger van guhertinan neke, nikare bikeve Yekîtiya Ewropayê. Pirsgirêka kurd jî ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya ketina Yekîtiya Ewropayê ji pirsgirêka Kibrisê jî girîngtir e. Lewre, em hewldanên desthilatdariyê û kiryarên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Beşîr Atalay ji nêzîk ve dişopînin. Eger di vê hêlê de pêşketin çêbin, em ê kêfxweş bibin.

DEYNDARÊ KURDAN E
Parlamenter Bop Spink jî di civînê de axivî û got ku Yekîtiya Ewropa, di aliyê mafên Mirovan de wek tê xwestin zextê li Tirkiyê nake û got: “Ewropa ji bo kurdan û mafên kurdan jî zextê li Tirkiyê nake. Qraliyeta Yekgirtî ya Ingilistanê deyndarê kurdan û Kurdistanê ye. Pêwiste binbariya xwe bîne cih.Di heman civînê de, wizeya li hemberî hemwelatiyên Herêma Federal a Kurdistanê jî hate nîqaş kirin. LONDON

No comments:

Post a Comment