Îran demeke dirêj e, di rojeva raya giştî ya cîhanê de ye.
Ji aliyekî ve krîza nuklerî ya bi welatên rojeva re mezin dibe û ji aliyê din ve jî, mûxalefeta civakî ya li welêt mezin dibe.
Siyaseta îdamê ya ji bo çavtirsandinê û zordestiya wê ya li ser gelê Kurd jî, rastî gelek nerazîbûnan tê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mistefa Karasû jî di axaftina xwe de bal kişand ser mezinbûna muxalefeta civakî ya li Îranê û got; li Îranê êdî civak gihişt astekê teqiya û li bendên li pêşiya xwe guhdarî nake.
Karasû diyar kir ku Îran hewl dide kevneşopiya destpotî ya li Rojhilata Navîn, bi maskeya îslamî bimeşîne.
Karasû bal kişand ser nerazîbûna civakê ya li hemberî rejîma niha ya Îranê û ev yek jî wekî encama teqîna civakî nirxand û wiha got:
"Li Îranê mûxalefeta civakî mezin dibe. Civak li hemberî rejîma niha, nerazîbûna xwe tîne ziman. Ev tevgere piştî bi salan derdikeve holê. Bêbaweriya li hemberî siyaseta elît ya niha, zêde bûye. Yanî Şoreşa Îslamî ya Îranê, îro bûye dijberê nirxên behsa wê dikir. Wê bi xwe hertim behsa edeletê, heq, hiqûq, wekhevî dikir, lê belê niha herî zêde ew bi xwe, neheqî, bêedaletî, dike. Civak jî vê yekê hîs dike."
Karasû bi bîr xist ku li pey Mûsevî û Kerrûbî hêzeke girîng a mûxalefetê kom bûye û got, sedema vê jî, nerazîbûna civakê ya li hemberî rêveberiya niha ye.
Karasû xwiyê mûxalefeta Îranê jî nirxand û got: 'Mûxalef ji nav sîstemê derketiye. Ji bo vê gavê, ji derveyê sîstemê derketine tevgereke mûxalîf zehmet bû'.
Karasû li dijî dîtinên wekî li pey mûxalefetê hêzên derve hene û tevgereke şoreşa dijber e derket û wiha axivî:
Karasû bal kişand ser girîngiya yek-kirina hêzên mûxalîf û got: 'Eger hemû mûxalîf hêzên li hev bigihînin, wê karibin tevgereke gel a girîng bigewde bikin..
"Divê hemû kurd, çepgir, sosyalîst û hemû hêzên mûxalîf, bêyî ku hêzên derve bixin navê, weke hêzên mûxalefeta hundur, hêza xwe bikin yek. Eger wisa bikin, yan rejîma Îranê wê neçar bimîne xwe biguherîne û yan jî wê gel desthilatdariya niha, bêbandor bike û reformên edelet, wekhevî, demokrasî û azadiyan pêk bîne û desthilatdariyeke nû derxe holê. Eger daxwazên girseya Tevgera Azadiya Kurd jî li ber çavan werin girtin, wê kurd jî karibin piştgirî bidin mûxalefetê. Bi vê yekê wê kurd jî karibin piştgiriyê bidin hewldanên guhertinê'.
Mustafa Karasu, nêzikatiya dewleta Îranê ji bo pirsgirêka Kurd jî şîrove kir.
Karasû diyarkir ku li Îranê kurd û Kurdistan hene, lê belê mafên wan nîne.
Karasû di vê çarçoveyê de ji ber zordestiya li ser gelê Kurd û cezayên îdamê jî, rêveberiya Tehranê hişyar kir.
Karasû got: 'A rast, têkiliyên Tirkiye-Îranê, rêveberiya Washîntonê eciz dikin. Hetta, Waşîngton naxwaze Tirkiye û Îran, bêpirsgirek bijîn û rehet bin'.
Karasû anî ziman ku Îran, ji bo kêmkirina zextên Emerîka û welatên rojevayê, têkiliyên bi Tirkiyê re pêş dixe.
Karasû destnîşan kir ku Îran bi têkiliyên xwe yên Tirkiyê re 2 karakterî tevdigere û wiha dewam kir:
"Em dikarin vê siyasetê ji du aliyan binirxînin. Yekemîn, bi van cezayên îdamê ji Tirkiyê re dibêje, binêre ez li hemberî kurdan tiştên pêwist dikim. Yanî peyama tu jî ti piştgirî nede mûxalefeta hundurîn ya Îranê. Ji aliyê din ve jî, bi kêfxweşkirina Tirkiyê, hewl dide, nehêle Tirkiye bi temamî li gorî siyaseta Emerîkayê tevbigere'.
Karasu bi bîr xist ku Îran dixwaze bi cezayên îdamê gelê kurd bitirsîne û bêdeng bike, lê belê êdî ev siyaseta klasîk wê negihêje armanca xwe.
Karasû anî ziman ku wê ev siyaseta Îranê bêencam bimîne, ji ber cezayên îdamê jî, bi van gotinan rêveberiya Tehranê hişyar kir:
"Eger dewleta Îranê vê siyaseta xwe bidomîne, wê têkiliyên kurdan bi Îranê re qut bibin. Tevî ku PJAK'ê agirbest îlan kir, li Îranê cezayên îdamê didomin. Ev jî hewldanên ji bo çareseriyê sabote dikin. Helbet ev bibe nebe, wê pêkanînên zêdebûna şîdetê jî bi xwe re bînin. Ev ne tercîha me ye. Lê belê eger Îran di cezayên îdamê de israr bike, li ber gelê kurd jî, ji bilî berxwedanê wê riyeke din nemîne."
No comments:
Post a Comment