Friday, January 15, 2010

DIJMINAHIYA LI HEMBERÎ KURDAN ZÊDE DIBE JI SEDÎ 66'Ê BEŞDARAN, KELEPÇEKIRINA ÎRADEYA GELÊ KURD ERÊ DIKIN

Şîrketa Lêkolînan Metropol, derbarê rewşa dawî ya fikrê raya giştî ya Tirkiyê de, lêkolînek pêk anî.

Anketa Metropolê nîşan dide ku, dijminahiya li hemberî kurdan zêde dibe.

Li gorî anketê, ji sedî 66'ê beşdaran, kelepçekirina siyasetmedar û şaredarên kurd erê dikin.

Tenê ji sedî 25'ê beşdaran, li dijî kelepçekirinê û pêkanîna li hemberî siyasetmedar û şaredaran, derketine.

Hejmara beşdarên girtina DTP'ê erê dikin, ji vê jî xerabtir e.

Li gorî anketê nêzî ji sedî 70'yê beşdaran, piştgirî didin girtina DTP'ê û tenê bi qasî ji sedî 25'ê beşdaran, girtina DTP'ê şaş dibînin.

Van encaman jî rê li ber şîroveyên wekî, kurd û tirk ji hev veqetiyane, vekir.

Dîsa li gorî anketê, dengên AKP'ê di 9'ê mehên dawî de, ji sedî 6 kêm bûne, dengên CHP û MHP'ê jî, her ku diçe kêm dibin.

No comments:

Post a Comment