Friday, January 15, 2010

ŞEFÊ BERÊ YÊ POLÎSAN ADIL SERDAR SAÇAN JÎ HEBÛNA JÎTEM'Ê ÎTÎRAF KIR

Îtîrafeke din a der barê hebûna JÎTEM'ê de, ji Mudurê berê yê polîsên tirk Adil Serdar Saçan hat.

Saçan lixwe mukir hat ku JÎTEM heye û li Mûşê bi xebatkarên wê re jî kar kiriye.

Serokê Fermandariya Giştî ya tirk tevî hemû belgeyan, hebûna JÎTEM'ê înkar dike.

Mudurê Berê yê Şaxê Têkoşîna li hemberî Sûcên Organîze yê Stenbolê Adil Serdar Saçan jî, hebûna JÎTEM'ê îtîraf kir.

Saçan di rûniştina doza Ergenekonê de îfade da û li ser pirsa dadger jî got: 'Erê JÎTEM heye'.

Saçan îtîraf kir ku dema li Mûşê wezîfe dikir, bi endamên JÎTEM'ê re xebitiye û hemû wezîfedarên dewletê yên li bajarên kurd wezîfe kirine, JÎTEM'ê nas dikin.

Saçan, piraniya endamên makîneya kuştinê JÎTEM'ê wekî qehreman bi nav kirin û îdîa kir ku JÎTEM'î dûre tevlî karên xerab bûne û dejenere bûne.

No comments:

Post a Comment