Friday, January 15, 2010

Endamên Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk çûn Enqerê

QasidêN Aştiyê wê li Enqerê tevlî Konferansa Meclîsa Aştî ya Tirkiyê bibin.

Meclîsa Aştî ya Tirkiyê sibe li Enqerê bi navê ' 'Hê ne dereng e, çareseriya ji bo aştiyê di destê me de ye' konferanseke du rojî pêk tîne.

Ji endamên Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk Şerîf Gençdal, Gulbahar Çîçekçî û Nûrettîn Tûrgût, ji bo tevlîbûna vê konferansê çûn Enqerê.

Qasidên aştiyê wê di konferansê de biaxivin û behsa sedema çûyina xwe bikin.

Endamên Koma Aştiyê, wê bi endamên komên aştî yên berê re jî civînek pêk bînin û plansaziya xebatên ji bo aştiyê derxin.

No comments:

Post a Comment