15/01/2010
Polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê ku bi destê Hikûmeta AKP’ê pêk tîne û dixwaze Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd tasfiye bike rastî nerazîbûnan tê. Endama PAJK’ê Çîgdem Dogu got ku ew ê weke jinên kurd heta dawî li hemberî polîtîkayên îmha û tasfiyeyê têbikoşin. Dogu diyar kir ku jinên kurd darbeya 17’ê Mijdarê, darbeyeke li hemberî xwe dinirxînin û tu caran qebûl nakin. Endama PJAK’ê Çîgdem Dogu pêvajoya dawî, têcrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêywira jinên kurd nirxand. Çîgdem Dogu got ku bi darbeya 17’ê Mijdarê kirina “çala mirinê” tê wetaya tarîkirina “Roja wan.” Dogu got ku li hemberî gelekî, serokê jinan, serokê bindestan û kedkaran îdama di nava demê de pêk tîne. Ya herî girîng jî tê xwestin ku ev bê qebûlkirin û wiha got: “Planeke pir xaîn û bi zanebûn heye. Mejiyê gel tevlihev dikin. Vê yekê ku wijdan û hest qebûl nake. Ev polîtîkaya dewleta tirk ku bi destê Hikûmeta AKP’ê dixwaze pêk bîne provokasyon e.”
‘EW BÛYE ROJA GEL’
Endama PJAK’ê Dogu girankirina şert û mercên Ocalan jî nirxand û wiha axivî: “Beriya her tiştî Rêber Apo cihê xwe di nava civakê de girtiye û rêberek e. Êş, pirsgirêk, serkeftin, çand, kêfxweşiyên gelekî di şexsiyeta xwe de nirxandiye û nasnameyek ji nûve afirandiye. Ji ber vê yekê jî weke ‘Roj’ hatiye binavkirin. Bi vî rengî di dil û mejiyê gel de cih girtiye. Ji ber vê yekê jî gelê kurd xwedî li wî derdikeve. Ji bo wî radibin ser piyan. Lê dewleta tirk û çapemeniya wan bi zanebûn mejiyê gel tevlihev dikin û îşkenceyê dixwazin weke tişteke normal nîşan bidin. Li aliyê din jî dixwazin wî ji gel qut bikin û bi vî rengî polîtîkayên xwe bi tena serê xwe bihêlin. Ji ber vê tecrîdê giran dikin. Dixwazin raya giştî ya neteweyî û ya navneteweyî bi vî rengî amade bikin û piştre jî bigîhîjin armanc û hedefa xwe.” Dogu got ku dewleta tirk dibêje wan li gorî sîstema Ewropayê cih çêkirinê lê ev jî dereweke mezin e.
ŞERÊ TAYBET E
Dogu li ser nêzîkatiya dewletê ya di bin navê qaşo çareseriyê de jî axivî û wiha berdewam kir: “Dewlet îdia dike ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêvajoyê provoka dike. Bi vî rengî propagandayê dikin. Ev rêbaza şerê tabyet e. Jinên kurd û gelê kurd ku Rêber Apo weke Rêberê Gelê Kurd dibînin û sedema şer û aştiyê bi nav dikin. Lê ew dixwazin êrîş û îşkenceya li hemberî Rêber Apo weke tişteke normal û dikare bê qebûlkirin nîşan bidin. Helwesta gel jî weke provokasyon nîşan didin. Ev şerê taybet e. Her wiha jixwe tiştê ku dibêjin çaraserî jî li holê tuneye. Tiştê ku dibêjin çareserî ji êrîşên li hemberî Rêber Apo, yên li hemberî gel, ciwan, zarok û jinan baş tê fêmkkirin ku ka ev çareseriyeke çawa ye. Pêvajoya ku weke Onur Oymen jî di meclîsê de bi awayeke zelal anî ziman dixwazin dayik bigirin. Pêvajoyeke wisa pêş dixin. Divê ew pêvajo bi vî rengî bê zanîn û tehlîlkirin. Jibilî vê tiştek nîn e. Dxwizan weke Qatlîama Dêrsimê, bi şiklî weke wê nebe jî qatlîaman pêk bînin. Jixwe di serî de Erdogan rayedarên dewletê nerazîbûnên gel weke ‘teror’ bi nav dikin. Gel dikin hedefê polîsan. Yên ku guleyan li ser gelê kurd dibarînin jî ji vir hêzê digirin û êrîşên xwe dibin ser gel.”
JINÊN KURD ÊDÎ NATIRSIN
Dogu got ku ligel êrîşên dewletê gelê kurd di dawiyê mirin û kuştin jî hebe rêberê xwe xwedî derdikeve û wiha bedrewam kir: “Divê êdî her kes vê yekê baş bibîne. Gelê kurd êrî qedere xwe bixwe diyar dike û teslîmî tu kesan nake. Gelê kurd gîhîştiye vê zanebûnê. Divê ev yek jî baş bê dîtin. Bi taybetî jinên kurd, ji keça 15 salî heta dayikeke 70 salî bi dil û meziyê xwe bi serokatiya xwe ve hatine girêdan. Ev jê tê wateya ku ev têkoşîn hatiye qezençkirin. Jinên kurd li hemberî dîroka bindestiyê ya 5 hezar salan cara ewil bi Îdeolojiya Azadiya Jinan, bi partîbûnê, bi artêşbûnê û bi zanistiya jinan çavên xwe ji ronahiyê re vekirine. Jinên kurd bi Roja xwe çavên xwe vekirine û tu caran nahêlin Roja wan bê tarîkirin. Divê herî zêde jî ev bê dîtin.”
TU CARAN QEBÛL NAKIN
Dogu di nirxandina xwe de bal kişan rola jinên kurd a di çalakiyan de jî. Dogu wiha awivî: “Jinên kurd di hemû çalakiyan de cih digirin. Çalakiyên xweser an jî giştî bin jî rola pêşengtiyê dilîzin. Di hemû çalakiyan de bi slogana ‘hebûna te hebûna me ye, tenduristiya te tenduristiya me ye’ pêşengtiyê dikin. Li qadan kuştinê jî digirin ber çavan û xwedî li Rêberê xwe derdikevin. Bi taybetî divê ev nêzîkatiya jinên kurd bê fêmkirin û dîtin. Divê dost jî dijmin jî vê baş bibînin. Jinên kurd ronahiya rojê, germahiya rojê û bereketa rojê di Rêber Apo de dibînin. Ev lihevhatineke. Ji ber vê yekê jî jinên kurd darbera 17’ê mijdarê, darbeyeke li hemberî xwe dinirxînin û vê tu caran qebûl nakin.”Dogu di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi zanebûn, hest û hemû hêza xwe li dijî êrîşên rêberê xwe derkevin û bibin bersiva pêvajoyê. Her wiha ew weke jinên kurd ku caran sîstema Îmraliyê qebûl nakin. Dîsa dîlgiritan rêberê xwe jî dê qebûl nekin û li dijî vê yekê heta dawiyê têbikoşin û bibn bersiva pêvajoyê. BEHDÎNAN / ANF
No comments:
Post a Comment