Tuesday, November 24, 2009

3 şaredaran ji CHP'ê îstîfa kir


24/11/2009

Li Dêrsîmê 3 şaredar, parlamenterên berê û endamên Meclîsa Giştî ya Bajar jî dinav de 100 kesan ji CHP'ê îstifa kir. Li Wanê jî CHP hate protestokirin.
Bertekên li dijî gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen ên têkîldarî "Komkujiya Dêrsîmê" ku li Parlementoya Tirkiyeyê anîbûn ziman didomin. Ji ber ku CHP'ê li dijî Onur Oymen tu helwest negirt, îstîfayên endamên CHP'ê zêde bûn. Li Dêrsîmê, Şaredarê Pilemurê Mesut Coşkun, Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul û Şaredare Navçeya Qişleyê ku piştî hilbijartinê beşdarî CHP'ê bû Cafer Kirmiziçîçek, Palamenterê CHP'ê yê Dêrsîmê yê Serdema 22'yemîn Hasan Guyuldar, endamên Meclîsa Gişti yên Bajar û gelek endamên partiyê yên din jî di nave 100 kesan ji CHP'ê îstifa kir. Berê jî rêxistinên navçeyên Mazgêrd û Qişleyê ji CHP'ê îstifa kiribûn.

Li Wanê protesto
Serokê Giştî yê KIR-DER'ê Yusuf Abî, têkîldarî axaftinên Alîkarê Serokê Gişti yê CHP'ê Onur Oymen ên di 10'ê mijdarê yên derheqê "Komkujiya Dêrsîmê" de kirî li avahiya komeleyê de daxuyanî da çapemeniyê. Abî diyar kir ku di 10'ê mijdarê de niqaşên li meclisê de hatine kirin tu tişt ji bo kurdan dernekevtiye. Abî, ani ziman ku bi mehane hikumeta AKP'ê gel xapandiyê. Abî, helwesta CHP'ê ya têkîldarî pirsgirêka kurd jî rexne kir û wiha got: "Di hevdîtinên 10'ê mijdarê de CHP'ê bi pankartan û hinek kesên anîne salonê gavên çareseriyê provoke û sabote kiriye. CHP, ev 75 sale dengên gelên çepkir û elewiyên kurd digire. Ruyê xwe yê nijadperest û şowen nîşan daye. Bi axaftina Onur Oymen, bi salane CHP'ê çawa gel xapandiye derketiye holê. Serokê Giştî yê CHP'ê Denîz Baykal çawa gelê kurd înkar kiriye di demên dawi de derketiye holê û pêşveçûnên çareseriyê jî sabote kirine. Em helwesta CHP'ê û rêveberên wê şermezar dikin." DÊRSÎM / WAN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment