Friday, November 27, 2009

Li Colemêrgê bi hezaran kesî gorên HPG'iyan ziyaret kirin

Li Colemêrgê bi hezaran kesî gorên HPG'iyan ziyaret kirin
Li Colemêrgê bi munasebeta 32'yemîn salvegera damezirandina PKK'ê û Cejna Qurbanê bi hezaran kes çûn gorên endamên HPG'ê ziyaret kirin.

Li Colemêrgê ji serê sibê de endam û rêveberên DTP'ê endamên Meclîsa Şaredariyê, endamên Meclîsa Bajêr, endam û rêveberên ÎHD, KESK, û saziyên sivîl jî ni davde li Taxa Kantarê civiyan û heta Goristana Bajêr ya Taxa Keklîkpinarê meşiyan. Girseya ku ji zêdeyî hezar kesî pêk dihat, li goristanê gorên endamên HPG'ê ku di 8'ê îlonê de li Geliyê Kazanê ya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir. Girseyê di ziyaretê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û dua xwendin. Piştre Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Fahrî Kurt axaftinek kir û cejna pêşengê PKK'ê pîroz kir. Kurt, diyar kir ku bi salan e gelê kurd têkoşînek bi rûmet dimeşîne û wiha got: "Ez cejna Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan, têkoşerên çiyê û berxwedanên zindanan pîroz dikim. Me di vê riyê de gelek bedel dan. Em hem ji bo 32'yemîn salvegera damezirandina PKK'ê û hem jî ji bo Cejna Qurbanê pîroz bikin li virin. Em hêvî û daxwaz dikin ku ev cejn bibe sedema aştî, biratî û demokrasiyê. Em dixwazin hikûmet şert û mercên Brêz Ocalan baş bike û samîmî nêzîkî pirsgirêka kurd bibe."

Piştî axaftinê gul û gurnefil danîn ser gorên endamên HPG'iyan û belav bûn.

Li Bazîdê goristan hatin ziyaretkirin

Şaredariya Bazîdê û Rêxistina DTP'ê ya Bazîdê bi boneya Cejna Qurbanê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin.

Rêxistina DTP'ê ya Bazîdê, Alîkarê Şaredarê Bazîdê Mehmet Babayîgît, endamên Meclisa Şaredariyê û Meclîsa Gişti ya Bajar, rêveberên TUHAY-DER'ê û gelek welatiyan gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Koma qelabalix piştî rêzgirtinê diruşmeya "Şehît Namirin" avêtin. Li ser navê komê Rêveberê TUHAY-DER'ê Abbas Keskîn, axiftine kir. Keskîn, bal kişande ser girîngiya wateya damezirandina PKK'ê. Keskîn, diyar kir ku Cejna Qurbanê jî di rojekî wisa de tê piroz kirin ji bo gelê kurd watedariyekî cuda nîşan dide. Keskîn ani ziman ku ew kesên di riya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şopandi û di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret dikin. Keskîn, destnişan kir ku kesên di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo ku hebûna gelê kurd ispat bikin jiyana xwe ji dest dane. Piştî ziyareta goran şaredariyê û Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê bi gel re cejn piroz kirin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment