Wednesday, November 25, 2009

Li Çelê bertek, li Bismilê îstîfa


25/11/2009

Serokê DTP'a Çelê Fariz Çetînkaya, bertek nîşanî axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen da û bang kurdên ku endamên CHP'ê ne, kir û xwest îstîfa bikin. Rêveberê CHP'a Bismilê Îbrahîm Ekîncî bertek nîşanî gotinên Cîgirê Serokê Girştî yê CHP'ê Onur Oymen da û jî CHP'ê îstifa kir.
Serokê DTP'a Çelêya Colemêrgê Fariz Çetînkaya, têkildarî axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen ên der barê "Komkujiya Dêrsimê" de kiribû li avahiya navçeyê civîna çapemeniyê pêk anî. Çetînkaya, diyar kir ku axatfina Onur Oymen tenê gotina wî nîn e û ev helwesta CHP'ê ye. Çetînkaya, anî ziman ku dê gelê herêmê bersivekî baş nîşanî siyaseta CHP'ê ya nijadperest bidin û bang li hemû kurdên ku endamên CHP'ê ye kir û xwest îstîfa bikin.

Rêveberê CHP’ê îstîfa kir
Rêveberê CHP'a Bismilê ya Amedê Îbrahîm Ekîncî, bertek nîşanî gotinên Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Onur Oymen da û ji bo Oymen protesto bike ji CHP'ê îstifa kir. Hate zanîn Ekîncî Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Bismîlê Mehdî Tanrikulu ziyaret kir û wiha got: "Ji ber gotinên Onur Oymen yên faşîzan û êrîşa li dijî DTP'ê ya li Îzmîrê pek hatî portestê bikim min îstîfa kiriye. Ez li vir bang hemû kurdên di nav partiyên din de cih digirin dikim ku îstifa bikin." COLEMÊRG / AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment