Saturday, November 28, 2009

Parêzeran banga hişyariyê kir


28/11/2009

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrîn têkildarî şert û mercên muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtîgeha nû daxuyaniyek nivîskî weşandin. Parêzaran di daxuyaniyê de diyar kirin ku muwekîlê wan di 17'ê mijdarê de derbasî Girtîgeha nû ya Tîpa F bûye û bi vê yekê re şert û mercên Ocalan girantir bûne.
Parêzaran destnîşan kir ku muwekîlê wan zêdeyî 10 salan e bi tena serê xwe di hucreya kesekî de di bin tecrîda giran de dimîne û wiha gotin: "Piştî şertên tecrîdê û raporên CPT'ê li Îmralî girtîgeheke nû hate avakirin. Piştî avakirina vê girtîgeha nû temam mû muwekîlê me di 17'ê mijdarê de neqlî Girtîgeha Tîpa F ya nû kirin. Ev girtîgeha nû ji şertê wê ji ya berê girantir in. Piştî muwekîlê me di 17'ê mijdarê de derbasî vê girtîgehê kirin û me hevdîtina yekem çêkir, di çavdêriyê me yên li ser muwekîlê me de jî hate xuyakirin ku mercên muwekîlê me pir giran in."

'Tenê ezmanî dibîne'
Parêzeran di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku girtîgeha nû pir biçûk e û wiha gotin: "Ev girtîgeha nû yek qat e. Serşo û daşir di heman cihî de ye. Bilindahiya wê 6-7 metre ye. Şibakeya odeyê pir bilind û biçûk e û bi derabeyê têlîn hatiye girtin. Ji ber vê yekê ode hewayê nastîne. Hundirê odeyê pir biçûk û tevgêra hundirê odeyê pir zehmet e. Ji ber şikl û kûrahiya odeyê hundirê odeyê bêhewa dimîne. Ev yek bandorek pir xirab li ser rewşa muwekîlê me dike. Rojê tenê saetekê dikare derkeve hewaxaneyê. Hewşa girtîgehê jî pir teng û bilind e. Jora hewşê jî bi telan hatiye girtin. Ji bo meşê têra 4-5 gavan heye. "

'Çala mirinê ye'
Parêzeran di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser gotina muwekîlê xwe Ocalan a 'Çala mirinê' û wiha dom kirin: "Di hevdîtina me û muwekîlê me ya dawî rewşa wî girantir bibû. Pirsgirêka nexweşiya wî ya bêhnstendinê hîn girantir bibû. Bi vê girtîgeha nû re ev pirsgirêka wî girantir bibû. Muwekîlê me ji me re wiha got 'Ez ji ber bêhewatiyê nikarin bêhn bidim û bistînim. Bi taybetî dema ez radizêm bêhna min diçike. Ez ji xewê hişyar dibim û neçar dimînim bigerim. Bêhna min li vir diçike. Êşên min girantir dibin.' Muwekîlê me vê rewşê wekî kuştin û îdama her roj dinirxîne. Reh û demarên wî dicivin ser hev. Dibêje ku wekî her roj bê darvekirin û laşê wî dicive ser hev. Dibêje ew her roj tê darvekirin û di çala mirinê de ye."

'20 roj cezayê hucerê danê'
Parêzeran, diyar kir ku şertên li Girava Îmraliyê yên nû di aliyê hiqûqî pêş de di aliyê civakî de sînorê jiyandinê jî ji holê rakirine. Parêzeran anî ziman ku li gorî şertên DYA û CPT'ê cihê 6 metrekare ji bo kesên 2-3 rojan binçavan de jî nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hucreya nû di aliyê civakî û hestiyarî de wekî şertên baş nîşan dane û wiha hate gotin: "Jiyana muwekîlê me di bin rîskên gelek cidî de ye. Disa tercîda li ser muwekîlê me bi heman giraniya xwe didome. Der heqê muwekîlê me de careke din 20 roj cezayê hucerê hatiye dayîn. Dîsa hatina girtiyên din ya Îmraliyê bi awayekî din hîn bûye. Hêj jî bi wan hukimxwaran re hevdîtin nekiriye."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şertên Ocalan piştî 17'ê mijdarê hatine asteke nû û wiha got: "Mafê jiyanê yê muwekîlê me Birêz Ocalan yên bi Hiqûqa Navneteweyî û Neteweyî yên xwezayî, li gorî van şertane li ber çav nayê girtîn. Rayedarên dewletê, şert û pêkutiyên li ser muwekîlê me, bi kar tîne yên îmha û tunekirinê ne û bi van şertan, şertên jiyanê ji holê radikin. Ev pêkutî wekî "başbûn" nîşanî raya giştî da. Divê di serî de gelê kurd û hemû kesên ji bo mafên mirovan bihestiyar û derdorên demokratîk bertekan nîşan bidin. Vê yekê ji saziyên navnetewî yên wekî CPT û DMME’yê re tên veşartin."
Parêzeran di daxuyaniya xwe de anîn ziman ku pêkutiyên demên dawî yên li Îmraliyê pêk tên, tu fayde nade nîqaşên çareseriya pirsgirêka ku û bal kişandin ser van xalane: "Pêkutiyên demên dawî de yên li Îmraliyê pêk tînin, tu alîkariyê nadin nîqaşên çareseriya demokratîk yên pirsgirêka kurd. Ev pêkutî dê nîqaşên çareseriyê xirab bandor bikin. Em bang hemû kes û raya giştî dikin ku di serî de mafê jiyanê yê muwekîlê me û hemû mafên din yên jiyanê, helwestên xwe nîşan bidin û bi hestiyar bin. STENBOL (DÎHA)

No comments:

Post a Comment