Wednesday, November 25, 2009

Tabelayên bi kurdî çikilandin


25/11/2009

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê biryara Meclisa Giştî ya Bajar a têkildarî bikaranîna navên kurdî bi cih tîne. Atolyeya Trafîkê ya Bajarê Mezin tabelayên hatine amadekirin ên nû li daketina gundan bi cih dike. Navên gundan bi orjînala wan û tîpên kurdî hatin nivîsandin. Gundiyên navên gundên xwe bi kurdî dîtin jî ji pêkanînê gelek keyfxweş bûn.
Meclisa Giştî ya Bajar a Amedê demek berî niha biryar girtibû ku navên gundan li gorî orjînaliya wan a kurdî û ermenî bên nivîsandin. Li gorî biryarê ligel navên piştre bi tirkî li gundan hatine kirin dê navên kurdî û ermenî jî di nav kivanekê de li ser tabelayan bên nivîsandin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bicihanîna biryara Meclisa Giştî ya Bajar kir. Tabelayên gundên di nav sînorên Bajarê Mezin de cih digirin yek bi yek tên nûkirin. Bi pêkanînên ligel navên dewletê li gundan kirîn û di nav gel de nayên bikaranîn, dê navên orjîna ên kurdî û ermenî jî cih bigirin. Di tabeleyan de nav li gorî alfabeya kurdî bi tîpên X, Q, W, Ê, Î jî tên bikar anîn. Tabela li Atolyeya Makîneyan a Şaredariya Bajarê Mezin tên amadekirin.

Gundî bextewar in
Li ser tabeleya gundê bi navê 'Yeşîldal' hatiye fermîkirin, navê gund ê rast 'Hewarê Xasî' jî hate nivîsandin. Niştecihên Gundê Hewarê Saxî ev pêkanîn bi bextewariyek mezin pêşwazî kirin. Ji niştecihan Mehmet Karadaş anî ziman ku her tim navê kurdî bikar anîne û wiha got: "Li Amedê hûn bêjin Yeşîldal kes nizane. Bes dema we got Hewarê Xasî herkes gundê me dizane." Şehmuz Karadaş jî anî ziman ku navê gundê wan piştî Darbeya 12'ê Îlonê hatiye guherandin û wiha axivî: "Ev 30 sale navê gundê me guherandibûn lê kesê bi kar nedianî. Herkes cardin navê Hewarê Xasî bikar tîne." Veysel Karadaş jî diyar kir ku êdî qedexe ji hêla kurdan ve nayên qebûlkirin û xwest ku perwerdehiya kurdî li gund bê dayîn.
Biryar çûbû dadgehê
Meclisa Bajar a Giştî ya Amedê di sala 2007'an de biryara nivîsandina navên kurdî û ermenkî jî dabû. Bes biryar ji bo bikeve pratîkê ji Walîtiya Amedê re hatibû şandin. Walîtiya Amedê biryara red kiribû û bi hinceta tenê mafê guherandina navên gundan a Wezareta Karên Hundir heye biryar ji wezaretê re hatibû şandin. Li ser vê yekê Meclisa Bajar biryar biribû dadgehê. Dadgehê jî biryara walîtiyê di cih de dîtibû. AMED (DÎHA)

No comments:

Post a Comment