Thursday, November 26, 2009

Ji bo qatilî 40 sal ceza tê xwestin



26/11/2009

Dozgerên dadgeha li Kamboçyayê ku Netewên Yekbûyî jî piştgiriyê didin wan, ji serokê berê yê Qizil Kimerê Kaîng Guek Eav re 40 sal ceza xwestin. Eav ji ber sûcên ku pêk anîne ji dadgehê lêborîna xwe xwest
Dozgeran di doza Kaîng Guek Eav de fikra xwe ya herî paşîn anîn ziman.
Dozger Bîll Smît diyar kir ku Kaîng Guek Eav ku bi navê kod “Rêheval Doch” jî tê zanîn, wekî berpirsyarê girtîgehekê, operasyoneke xwînî bi rê ve biriye.
Kaîng Guek Eav (67) di salên 1970’an de rêveberê girtîgeha navdar S-21 a ku li Phom Penkê ye bû.
Di girtîgeha Tuol Slengê de, di salên 1970’yan de îşkence li bi hezaran kesî hatibû kirin û hatibûn kuştin.
Tê zanîn ku di vê girtîgehê de zêdetirî 17 hezar kes bi îşkenceyên gelek giran re rû bi rû mane û bi zextan bi wan dane îtirafkirin ku li dijî rejîmê sûc pêk anîne. Piştî îtirafan jî girtiyan li herêmên ku bi navê “zeviyên mirinê” jî tên zanîn, qetil dikirin.
Tenê 3 kesên ku di girtîgeha Toul Slengê de mane û niha dijîn hene.

Tevkujî bi zanayî hatiye kirin
Li gor dozger Kaing Guek Eav mirov bi xwesteka xwe kuştiye’. Dozger Bill Smith jî derbirî ku Kaîng Guek Eav ev operasyon ji ber fermanên ku ji rayedaran girtiye nekiriye, li gorî xwestekên xwe kiriye.
Parêzerên Kaing Guek Eav hêj jî nêrînên xwe tînin ziman.
Heta niha der barê gelek berpirsyarên Qizil Kimeran de doz hatibûn vekirin lê tenê Kaîng Guek Eav sûcê xwe pejirandibû û ji dadgehê lêborîn xwestibû.
Lê belê Kaîng Guek Eav anî ziman ku heke fermanên jê re hatine dayîn pêk neanîna dê ew û malbata wî jî bihatana kuştin.
4 serokên Qizil Kimeran ku niha li Kamboçyayê dimînin jî niha li bendê ne ku bên darizandin.
Tê texmînkirin ku ev doz dê di 2011’an de dest pê bikin.
Tê texmînkirin ku di dema rêveberiya Qizil Kimerên Maohez ya di 1975 û 1979’an de zêdetirî du milyonan mirov hatine kuştin. PHNOM PENH

No comments:

Post a Comment