Friday, November 27, 2009

Şîdeta li dijî jinan şermezar kir


27/11/2009

Partiya Jinan a Azad (PAJK) bi munasebeta 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de şîdeta li hemberî jinan a 5 hezar salan hate şermezarkirin.
PAJK’ê di daxuyaniyê de xwest ku hemû jin li hemberî şîdetê têbikoşin. Hate daxuyandin ku şîdet û desthilatdarî beriya 5 hezar salan dest pê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şîdeta li hemberî jinan li hemû qadên civakê berdewam dike û şîdet ne tenê fîzîkî ye, di warê psîkolojîk, ruhî, zîhnî çandî û bi her awayê li ser jinan tê meşandin.

Ruhê jinan teslîm digire
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de got ku sîstema desthilatdar ruh û bedena jinan teslim digire wiha got: “Li aliyeke, cureyeke şîdetê teşhîr dike, lê bi awayeke jî bedena jinan diforeşe û di bin navê karkeriya seksê de teşwîq dike. Lê firota bedana jinan a di bin navê azadiya zayendî û karkeriya seksê de şîdeta herî giran a kur e. weke ku wiha dibêjin. ‘Ez ê di warê fîzîke de te ji mirinê rizgar bikim lê divê tu jî bi beden û ruhê xwe bibe mal û sermayeya min.’ Rizgariyê vê ji vê rewşê jî divê jin ruh û bedena xwe biparêze. Ji ber ku jin ne malê kesekî din e. Heke jin bi beden û ruhê xwe bibe îrade ê xwedî nasname ancax wê demê dikare azad bibe û di vî warî de gavan bavêje.”
Di daxuyaniya PAJK’ê de hate gotin ku ji bo jinan riya azadiyê nirxên demokratîk û ekolojîk a beriya 5 hezar salan bi nirxên zanistî yen roja îroyîn bên xurtkirin re derbas dibe. Ev yek jî bibe sîstemeke. Azadî ancax bi vî awayî mimkûn e.

Gavên girîng hatin avêtin
PAJK’ê di daxuyaniya xwe bal kişand li ser kampanyaya bi navê “em jin in, ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye” ku ev salek e didome jî. Hate gotin ku kampanyayê di nava vê demê de hem di warê fikrî û hem jî rêxistinkirinê de ji bo azadiya zayendî roleke girîng lîst. Di vî warî de gavên girîng hatin avêtin. Jin bi vê tecrubeyên xwe dikarin têkoşîneke radîkal pêş bixin û azad bibin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Divê jin xwe ji mejiyê zilaman ên 5 hezar salan, azadiya sexte xwe rizgar bikin. Divê xwe ji wan qût bikin û amurên xwe yên felsefîk û îdiolojîk ava bikin. Azadî bi vî rengî mumkun e. Aşkera ye ku heke qûtbûna vê çanda desthilatdar nebe eşq û hezkirina rast jî pêş nakeve û nayê jiyîn jî.”
PAJK’ê daxuyand ku şîdet ne tenê li hemberî jinan tê bikaranîn li hemberî civakên ku rewşa wan weke rewşa jinan e jî tê bikaranîn. Polîtikayên şîdet û pêkutiyan ên li hemberî jgelê kurd ji yên li hemberî jinan cuda nîn e. Azadiya gelê kurd bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Azadiya jinan jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girîdayî ye. BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment