Tuesday, November 24, 2009

Li Sêrt 7 endamên DTP'ê hatin binçavkirin

Li Sêrt 7 endamên DTP'ê hatin binçavkirin
Hate zanîn di saetên sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 7 endamên DTP'ê binçavkirin.

Polîsên sivîl ên girêdayî TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Sêrtê serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Hate zanîn ku polîsan li malan lêgerîn kirine û alavên malan belev kirine. Polîsan di encama serdagirtina malan de kesên bi navê Diyadîn Yakut, Ahmet Kaçar, Ridvan Demîr, Sînan Taşçi û Agît Taşçi ji dinav de 7 endamên DTP'ê binçavkirin. Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. Sedeman binçavkirinê nehat zanîn.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment