Sunday, November 29, 2009

Li Licê AKP hate hişyarkirin

29/11/2009

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Fîsê ku yekem car ji aliyê dewletê ve hatibû qedexekirin li pêşiya avahiya navçeyê ya DTP’ê bi beşdariya bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin.
Heyeta ku ji Amedê hatibû ya ji serokê DTP’a Amedê Firat Anli, cîgirê serokê koma DTP’ê parlamenter Gultan Kişanak, parlamenterê DTP’ê Hamît Geylanî, şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, şaredara Baglarê Yuksel Baran, nûnerên saziyên sivîl li pêşiya DTP’a Licê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha Dayikên Aştiyê, xwişka Hayrî Durmuş Zekiye Durmuş, bavê Mazlum Dogan Kazim Dogan û dayika wî Kevire Dogan û xwişka Aladdîn Zogurlu Pîroze Zogurlu hatin Licê. Malbatên Durmuş, Dogan û Zogurlu da zanîn ku ji bo damezirandina PKK’ê pîroz bikin hatine Licê.

‘Gêlê Licê gelekî bi rûmet e’
Şaredara Licê Fîkriye Aytîn bertek nîşanî destûrnedayîna mîhrîcanê da û şermezar kir. Piştî Aytîn serokê DTP’a Amedê Firat Anli bi pîrozkirina cejnê ve dest axaftinê kir û wiha got: “Gelê Licê gelekî bi rûmet û qehreman e. Di nav şerê 30 salî de gelek zilm dît lê tu rojekî jî serî netewand. Lîcê hat şewitandin. Mirov hatin kuştin, koçber bûn lê heta îro tu caran teslîm nebû. Gelê Licê ji nasname û rûmeta xwe xwedî derket îro jî xwedî derdikeve. Anli bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcanê da û wiha got: “Ji aliyekî ve dibêjin çareserî ji aliyê din jî mîhrîcanê qedexe dikin. Em paşve gav navêjin. Ji 7 salî heta 77 salî ev gel şiyar bûye. Îro gundê Fîsê qedexe dikin. Em 5 sal berê çûn. 30 sal berê jî çûn li vir û gundekî li ser rê kesek nikare qedexe bike.”
‘Em destûrê naxwazin’
Parlamenter Gultan Kişanak jî bertek nîşanî qedexekirina mîhrîcanê da û ev tişt gotin: “Em bangî kesên ku mîhrîcanê qedexe kirine dikin. Dema gelê kurd dest bi têkoşînê kir destur ji kesekî nexwest. Bi domkirina têkoşînê jî em desturê ji kesekî naxwazin. Kesên biryara qedexekirina mîhrîcanê dane malên gelê Licê şewitandin. Gundên wan şewitandin. Li hember zilm, zordariyê tu caran vî gelî dev ji berxwedana xwe berneda. Ji bo berxwedanê ji destur kesekî nexwest. Kesek nikare bibe asteng.”
Kişanak bertek nîşanî zextên li ser DTP’ê da û wiha got: “Ji DTP’ê re dibêjin bila konvoyên we tunebin, mîtîngan li darnexin, qasidên aştiyê pêşwazî nekin. Bila DTP teslîm be. DTP xwe di avahiyan de heps nake. Dê bi tevî gelê xwe di qadan de be. Vî gelî gelek îktîdar dîtin. Lê tu gelekî nikaribû pêşiya têkoşîna vî gelî bigirin. Bila AKP hinekî dîroka kurdan ya nêz hîn bibe û dê bibîne kurdan çawa ber xwe dane.”
‘Provokasyonan pûç derxin’
Kişanak bal kişand rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Îmraliyê û wiha got: “Ger dewlet û AKP bixwaze aştî pêk were bila şertên girtîgeha Îmraliyê biguherinîn û bi dawî ji tecrîdê bînin. Ev tecrîda giran ya li ser Ocalan provokasyon in. Gelê kurd dê van provokasyonan vala derxe. Nedayîna parêznameyên Ocalan mînakeke bê hiquqiyêye. Bi bahaneya guherina şertên girtîgehê ew şandin tabuteke 6 metreqare. Bila AKP gavên xwe baldarî biavêje. Gelê kurd dê êrîşên li hember nirxên xwe û provokasyonan vala derxe. Bangî serokwezîr dikim, li vî welatî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da bila kesek li ser wan siyasetê neke ev bê wijdanî ye. Bila ji bo gelekî ku dibêje rêberê me ye kesek tabutan çêneke.”
Piştî axaftinan li pêşiya avahiya DTP’ê salvegera damezarindina PKK’ê bi şahî û govendan hat pîroz kirin. Heyet li vir çûn gundê Fîsê ku PKK li vir hatibû damezirandin û li vir dar çandin. AMED

Ji bo Ocalan bi hezaran kes meşiya
LI SILOPIYA Şirnexê salvegera damezirandina PKK’ê bi beşdariya bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Piştî pîrozbahiyê bi hezaran kes meşiyan û bal kişandin li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Dİ pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê PKK û KCK’ê hatin vekirin. Bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî başdarî pîrozbahiyê bûn. Şaredarê Sîlopiyê Emîn balkişand li ser tecrîda li ser Ocalan jî û wiha got: “Me der barê rewşa tenduristiya Ocalan de agahiyek girt. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûne. Ez li vir bang li Serokwezîr û Serokomar dikim. Ev bi agir dilîzin. Bila baldar bin. Ji bo birêz Ocalan bi dehan kesan xwe şewitand. Bila vê yekê her kes baş bizanibe. Ev pêvajoya aştiyê ye. Bila li ser van hesasiyetan tevbigerin.”ŞIRNEX

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment