Saturday, November 28, 2009

Dayîka Şemiyê: Ez welatek gora zarokê min lê tunebe naxwazim

Dayîka Şemiyê: Ez welatek gora zarokê min lê tunebe naxwazim
Dayîkên Şemiyê ku ev 244 hefteyek bi armanca alkişandina ser aqûbeta kesên ji hêla dewletê ve di binçavan de hatine windakirin dicivin, daxuyandin ku cejn j io wan bêzaroktî, bêdayîktî, bêhevserî, bêhezkirin û zordariya bi salan e li ser wan tê meşandin e.

Dayîkên Şemiyê di hefteya 244'an de jî bi armanca alkişandina ser aqûbeta kesên ji hêla dewletê ve di binçavan de hatine windakirin li Qada Galatasarayê civiyan. Dakîkên pankarta, "Bila aqûbeta kesên di binçavan de hatine windakirin bên aşkera kirin" vekir, wêneyên windayan hildan. Dayîkan di li hevhatina her hefteyekê serpêhatiya windayekê vedibêjin, kulîlkên kesk, sor û zer bi xwe re anîn. Vê hefteyê serpêhatiya Fehmî Tosun ê 14 sal berî niha piştî hate binçavkirin cardin agahî jê nehat girtin, vegotin. Xizmên windayan Şerîfe Taşdelen, Hanîfe Yildiz, Huseyîn Ocak û Parlementer DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel axivîn. Dayîka Murat Yildiz, Hanîfe Yildiz diyar kir ku her tim li benda kurê xwe ye û wiha got:

'Aştî pêk neyê Komara Tirk nikare bijî'

"Tevahiya cejnê zarokê min li ber çavê min e. Ez bang li kesên xwedî wijdan dikim. Em êşek mezin dijîn. Cejn tê lê gorek em biçin ser jî tune ye. Em tenê dikarin li vê meydanê bi xizmên windayan re bên cem hev. Em welatek lê gorek zarokê me tune be naxwazin." Yildiz êrîş û lîncên li Îzmîr û Çanakkaleyê li hemberî kurdan pêk hatîn jî şermezar kirin. Birê Hasan Ocak, Huseyîn Ocak jî diyar kir ku lazim e aştiyek birûmet li Tirkiyeyê pêk bê û wiha domand: "Heta aştiyek bi rûmet pêk neyê Komara Tirk nikare bijî. Em welatek herkes lê bi rihetî dijî dixwazin." Parlementer Tuncel jî diyar kir ku Dayîkên Şemiyê rastiyek Tirkiyeyê radixin berçavan û xwest kujerên windayan bên darizandin û cezakirin.

'Cejn ji bo me şîn e'

Keça Fehmî Tosun, Jiyan Tosun diyar kir ku dema bavê wê hatiye qetilkirin 10 salî bûye û ev tişt anîn ziman: "Serokomar, Serokwezîr û Serokê Meclisê peyamên aştiyê ragihandin. Lê gora bavê min a ez biçim ser jî tune ye. Cejn j io wan bêzaroktî, bêdayîktî, bêhevserî, bêhezkirin û zordariya bi salan e li ser wan tê meşandine. Cejn ji bo me tê wateya şînê. Ez ji dozgerên li doza Ergenekonê dinêrin kir û xwest ku dest bavên mijara windayan jî." Tosun diyar kir ku tu caran dest ji vê mijarê bernadin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment