Tuesday, November 24, 2009

ÊRÎŞA BI SER KARWANÊ DTP'Ê DE

Cîgirên serokê koma DTPê Selahattin Demirtaş û Gültan Kışanak daxuyaniyek dan û gotin, êrîşên li Izmîrê pîlankirî û organîzekirî bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 'bûyerên li Izmîrê rû dan, ne şerekî di navbera komek welatî û DTPyiyên ne-welatî de bû."

Êrîş weke yek ji hewldanên lînckirina kurdan ên rêxistinkirî hat bi navkirin.

Demirtaş û Kışanak îşaret bi berpirsiyariya hêzên dewletê jî kir û gotin:

"Polêsên ku bi panzêran û bombeyên gazê êrîş dibin ser zarokên Kurd, li êrîşa nijadperest a li dijî DTPyiyên jin û zarok jî di nav wan de bi tenê temaşe kir. Ev, hem bê wicdanî ye û hem jî ev helwest agirê şerê etnîk gurr dike."

Cîgirên DTP'yî, ji hewldanên lîncê, AKP'ê û wezîrê karê hundur Besir Atalay berpirsiyar girtin..


© ROJ TV

No comments:

Post a Comment