Saturday, November 28, 2009

Tehamûlî pankarta kurdî nekirin


28/11/2009

Lê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta "Çûn û hatinê asteng dike" anîn xwarê. Şaredara Geverê Ruken Yetîşkin jî diyar kir ku ev yek bêtehamuliya li dijî kurdiye û pankartên wan daliqandin pir bilind bûn.
Şaredariya Geverê, bi boneya Cejna Qurbanê pîroz bikin li ketin û derketina navçeyê bi kurdî pankarta "Cejna we ya Qurbanê Pîroz be" daliqand. Lê pankarta hatiye daliqandin serê sibê ji aliyê leşkeran ve anîn xwarê. Cîgirê Şaredara Geverê Cengîz Rençber, anî ziman ku dema pankart anîne xwarê ew wê demê li navçeyê bû û xwest ku mudaxeleyê li leşkaran bike. Rênçber destnîşan kir ku leşkaran gotiye wî, "Wesayîtên me ji ber pankartan derbas nabin" û pankart anîn xwarê. Rençber, bilêv kir ku helwesta leşkeran bêtehemuliya li dij kurdiye û wiha got: "Em têkildarî vê mijarê kesên berpirsiyar gazî dikin ku berpisyariyên xwe bînin cih. Ev bêtehamulî nayê qebûlkirin. Em daxistina pankartan wekî êrîşa li Îzmîrê li dijî kurdan pêk hatî dibînin."

‘Pankart 30 metre bilind bû’
Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, bertek nîşanî pankartdaxistinê da û wiha got: "Me bi armaca cejna gelê xwe pîroz bikin pankart daliqandin. Lê dema ku leşker derbas bûne pankart anîne xwarê. Berê jî li navçeya me pankart anîbûn xwarê. Ev yek bêtehamuliya li dijî kurdiye." Yetîşkîn, anî ziman ku têkildarî mijar ew bi rayedarên leşkaran re axiviye û ji ber ku daketina wan asteng kirine anîne xwarê û bi zanistî neanîne xwarê. Yetîşkîn wiha domand: "Lê hevalên me diyar dikin wan pankart 30 metre bilindahiyê daliqandine. Ez dixwazin têkildarî mijarê li dozgeriyê gilî bikim. Lê ji ber ku ez dizanim ku dê bêşopandinê bidin, ez jî wekî bertek nîşan bidim giliyê nakim." COLEMÊRG

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment