Saturday, November 28, 2009

PKK’ê jin ji gorê rakir


28/11/2009

Stêrkek ku li astîmanê Welatê Rojê dibiriqî... Stêrkek geş ku çavê xwe gel, netewe û li kesên bindest dinuqand. Li zarok, jin, hozan, helbestvan û bi kurtî, her kesê ku bêje, ez heme û ez “mirov im”, vê strêrkê çavê xwe lê diniqand... Evîndara Azadiyê, fedakara gelê Kurd û hêviya bindestan, berxwedêra şoreşger Bêrtîna, yanî Bêrîtan Hêvî, ango Gulnaz Karataş, yanê Jeanne D’Arca Kurdan...
Cihê ku Jeanne D’Arc lê hebin, bêguman, helbet wê teslîmiyet, xiyanet û nankorî jî çêbe.
Xayînên ji Qewmê Kewê... / Bûne neyarê qewmê xwe.../ Drakulayên ku xwîna xwîşk û birayên xwe mijtin.../Çeteyên xayîn ku bedena xwîşka xwe ya di nava xwînê de mayî, radestî neyaran kirin...
‘Harpagosên hemdem’ ku serê birayên xwe di nava sêniya zêrîn de pêşkêşî mîtîngerên Kurdistanê kirin...
Îja wê rojê, yanî 25’ê cotmehê, çete û neyarên qewmê xwe, Harpagosê hemdem, tîma Bêrîtanê dorpêç dikin, Bêrîtan jî tîma xwe diparêze û wan ji xeleka dorpêçkirî rizgar dike. Di vê heynê de ji sing, rû û milê xwe birîndar dibe.
Êdî bedena Bêrîtanê di nava xwînê de dimîne. Xwîna sor êdî bedena pîroz a Bêrîtanê dineqişîne. Neyarên ji qewmê kewê, êdî biryarê didin ku wê radestî dijminên dagirker û mitînger bikin.

Dêrsim tê ber çavê wê...
Bêrîtan dide bîra xwe, dema ku li Dêrsimê keçên kurd ketin destê leşkerên dagirker ên Tirk, çi hate serê wan...
Fatêya keça Nûrî Dêrsimî hate bîra wê... Bi dengekî bilind ji xwe re got, “Belê divê ez bibim Fatê, divê ez wekî Fatê biqîrîm. Wekî Fatê ji serê vî çiyayê bifirim ber jêr. Divê ez bi rihê xwîşkên xwe re rast bim û bi bîranîna wan ve girêdayî bimînim û bi saxî nekevim destê dijmin.”
Neyarên ji qewmê Kewê bê navber bang dikirin “Keçê Teslîm be!” Bêrîtan jî derketibû serê lûkteya bilind a tehtekî û li banga neyaran guhdarî dikir. Careke din Dêrsim anî ber çavên xwe. Serhildan û komkujiyên Kurdistanê anîn bîra xwe. Çawa ku jin, zarok, kal û pîr bi hev re hatin qetilkirin û hatin kuştin. Careke din hemû zilm û zor di ber çavên xwe re derbas kirin...
Ji nişkave rabû ser xwe. Dît ku neyarên ji qewmê kewê tevî dijmin, derdora wê girtine. Bi dengekî nizim ji xwe re got: “Êdî xilas.”
Û dom kir: “Ev der, ev teht, ev raz û ev newal, ev çiyayê bi heybet, wê bibe cihê min ê dawî ku ez li bi çavên vekirî li dinyayê dinêrim, li rêhevalên xwe difikirim, wê bibe cihê ku ez li ser navê jinên kurd nefesa dawî bistînim. Li vir, li ser vî çiyayê, wê dîroka berovajî kirî ya jina kurd bi dawî bibe...
Piştî çend saniyeyên din, ew bayê ku niha porê min dihejîne, ev deşt û newal ku, dengê minê tê de olan bide, wê heta hetayê bibe qêrîna pîroz a azadiya jinên kurd...”
Û Bêrîtan xwe ji çiyê davêje û wekî tîrekî ber bi jêrê tê. Bi qêrîneke tijî bewarî bedena wê li erdê dikeve û piştî 10 salan, rêhevalên wê termê wê yê pîroz radikin Goristana Şehîdan û ji nû ve dispêrin çiyayên azad ên Kurdistanê û dispêrin axa pîroz...
Ocalan jî li ev yek wiha nirxandibû: “Bêrîtan ji bo me şîret e, ji bo me vesiyat e. Ew ji bo me bangek e. Ew ji bo me Jeanne D’Arc e...Emê wê ji xwe re wekî bingeh qebûl bikin. Ew rûmeta me ye. Çalakiya wê, çalakiya evînê, çalakiya rûmetê ye...”

Dirûşma; ‘Jin jiyan azadî’
Dema behsa PKK tê kirin, cihê jinan û keda wan jî nayê înkarkirin. Jinên kurd bo cara yekem bi şoreşa PKK’ê re tama azadiyê dîtin, zanîn ku azadî çi ye û di di warê pratîkî de jî bo cara yekem di nava PKK’ê de azadî bi çavên xwe dîtin. Bi sedan jin bi awayekî fedayî, di warê pratîkî de jî, ketin nava hewildanên xwe nasînê û qêrîna xwe ya ji bo azadiyê, hesreta ji bo têkoşîneke bi rûmet derxistin holê û careke din bi tevgera PKK’ê re nîşanî hemû cîhanê dan ku wê tu carî teslîmî zilm û zorê nebin.
Di nava PKK’ê de bi sedan jinên şoreşger, bi îdiayeke mezin, bi biryarbûn û berxwedaneke bêhempa, bi rihekî fedayî, bi helwestên Bêrîtan, Zîlan, Sema, Şîlan, Nûda û Viyanan, bi helwesta şoreşgerî û baweriya “Yên ku têdikoşin, azad dibin, yên azadbûyî bedew dibin û yên bedew jî têne hezkirin”, heta dawiyê li ber xwe didin û ji bo azadiya jina kurd û ji bo azadiya gelên bindest têdikoşin. Bi vî awayî gihîştine rastiya jinê û hêza têkoşîna wê derxistine holê.
Di warê jinan de, ji bo ku karibin koletiya bi hezaran salan helweşînin û bigihîjin azadiya xwe, tu rêyek tuneye ji bilî riya ku têbikoşin û wekî Bêrîtanê bi serbilindî rawestin, wekî Zîlanê bibin bombe, wekî Viyanê bibin agirê azadiyê, Gurbet û Mêryemê li dijî koletiyê serî hildin, wekî Zekiye û Rehşanê bibêjin Êdî bes e...

Roja Reş: 9 Cotmeh
Dîrok 9 Cotmehê... Hêzên navneteweyî bi pêşeniya hêzên kompologer yên wekî Ingilistan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, îsraîlê û Tirkiyeyê, xwestin ku di kesayetiya rêberê Gelê Kurd A. Ocalan de, Tevgera Azadiyê esfiye bikin û gelê kurd bi sîstemê ve girê bidin û bixin bi kontirola xwe, lewre hêzên navneteweyî ji Sûriyê xwestin ku Ocalan ji Sûriyê derxe, ger dernexe wê bibe hedefa şer. Bi vî rengî gef li Sûriyê xwarin.
Bi vî rengî Sûriye neçar mabû ku teslîmî zexta navdeweltî bibe. Bi vî rengî Ocalan roja 9’ê Cotmehê ji Sûriyê derket û ber bi Ewropayê bi rê ket.

Roja qiyematê; 15’ê Sibatê
Ewrekî reş ketibû ser asîmanê gelên Kurdistanê...
Roja 14 sibatê li Paytexta Kenyayê bajarê Nayrûbiyê, hêzên Keniyayê, di berbanga sibê de, dora avahiya baylozxaneya Yûnanistanê dorpêç kirin û xwestin ku bikevin hundir. Roja 15 sibatê jî diyar kirin ku destûr neyê dayîn wê bi zorê bikevin hundir.
Ocalan ku dibîne, dora wî hatiye girtin, qebûl dike ku biçe balafirgehê... Ocalan û ekîba pê re bi sê wesayîtan dikevin ser rêya balafirgehê. Piştî demekê, dibînin ku balafireke nediyar li pîstê rawestaye û tîmên taybet bi zorê Ocalan direvînin û ber bi Tirkiyeyê difirin. Ev yek ji bo gelê kurd felaketeke mezin bû û bi vî rengî wekî Roja Reş hate binavkirin.
Belê bi vî renî bi alîkariya NATO, Amerîka, Israîl, Ingilistan, Yûnanistan, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê, kompoloya bêbext pêk hatibû. Ocalan, li ber çavê mirovahiyê, bi rêbazên dij mirovî, li ber çavê cîhanê bi awayekî bêbext, hatibû revandin û anîbûn Tirkiyeyê...

Manîfestoya aştiyê...
Rêberê gelê Kurd A. Ocalan hatibû revandin û teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin, lê tu carî hêviya xwe ya bi çareseriyê winda nekiribû. Wî tim digot: “Dawiya her şerekî aştî ye.”. Tim di hevdîtinên xwe de bi lêv dikir ku “Şerên mezin aştiyên mezin jî pêk tînin” û ji bo aştiyê dest bi afirandina Manîfestoyeke nû kir...
Li gorî manîfestoya nû, çêk bi awayekî dualî bihatana bêdengkirin, wê hêzên gerîla derketana derveyî sînorên diyarkirî yên Tirkiyeyê, wê du komên gerîla wekî qasidên aştiyê bihata Tirkiyeyê, wê Tirkiyeyê jî rê bida wan koman ku ji bo aştiyê bixebitin. Gelê kurd û tirk di nava wekheviyê de bi awayekî aştiyane bijiyana...
Bi vî rengî careke din hêviyên aştiyê hatibûm pûçkirin. Careke din gel li hev hatibûn sorkirin û dixwestin ku wan bixin pêsîra hev. Artêşa Tirk careke din li dijî gelê kurd, sûcên dijmirovî pêk dianîn, li dijî gerîla operasyon li dar dixistin, gund dişewitandin û valadikirin, dol, newal, deşt, zozan û çiyayên Kurdistanê bombe dikirin û daristan û xwezaya welat dişewitandin. Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayip Erdogan bi gotina “Jin be jî Zarok be jî, çi pêwîst be wê bê kirin,” zarok û jinên kurd dikirin hedefa êrîşên polîsên tirk. Bi vî awayî fermana kurdan derxistibû... Û artêşa tir, polîs û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê, wekî berê, ji wê rojê û pê ve bi awayekî dijwartir, kurd kuştin, zarkoên kurd bi hovitî kuştin, jinên kurd işkence kirin...
Lê belê, xuyaye ku Serokwezîrê Tirk Erdogan, Fermandarê Artêşê Yaşar Buyukanit û tevî İlker Başbûg, Hêzên Parastina Gel ji bîr kiribûn. Qet nefikirîbûn ku ew hêzê, wê xwe, gelê xwe, zarok û jinên kurd biparêze...
Îca ji Gabarê heta Oramarê, ji Zapê heta Bêzelê destan hatin nivîsandin, şer li çar aliyê Kurdistanê belav bû û sedam vî şerê giran jî ev zilm û zora wan bû...
Ji ber vê zilma wan bû ku li Gebar, Oremar û Zapê bi dehan leşkerên tirk hatin kuştin û ji ber zilma wan bû ku bûne sedem hêjî dayîk digrîn...
Meşa bi heybet a Qasindên Aştiyê ku ji Qendil û Mexmûrê heta Amedê bi awayekî bi coş pêk hat, dîsa nekarî pêvajoya bi xwîn rawestîne. Ji ber ku hêjî celad xwînê dirijînin û êrişên xwe dewam dikin. Ocalan niha jî li ber xwe dide. Bêguman azadiya Ocalan, azadiya Kurdistanê û azadiya gelê kurd e. Azadiya Ocalan, bi awayekî demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd e. Hatina aştî û azadiyê bo Kurdistanê ye. Tê wateya ku gelê kurd û tirk wê karibin di nava aştiyê de, di nava wekheviyê de bi hev re bijîn... (Bi dawî bû)

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment