Sunday, November 29, 2009

Li her derê vejîn hate pîrozkirin


29/11/2009

Bi munasebeta 32'yemîn salvegera damezirandina PKK'ê li Şirnex, Êlih, Edene, Dêrsim û gelek welatên Ewropayê bi girseyî hatin pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin û hate xwestin ku gelê kurd li hemberî vê yekê hişyar be.
ÊLIH: Li Êlihê, bi munasebeta 32'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li gelek taxên Êlihê bi def û zirneyan pîrozbahî hatin lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li Pazaryerî gihîştin hev, salvegera PKK'ê pîroz kirin. Polîsan li vir bi panzêran mudaxaleyî pîrozbahiyê kir û zarokekî navê wî nehat hînbûn birîndar bû. Hate hînbûn ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li aliyê din li taxên Petrolkent, Baglar, Yavuz Selîm û Hîlal bi hezaran kes gihîştin hev û salvegera damezirandina PKK'ê bi hev re pîroz kirin. Girseyê di pîrozbahiyan de dirûşmeyên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Bi xwîn, bi can em bi te re ne ey Serok" berz kirin. Pîrozbahiyê heta dergengiya şevê dom kir.
CIZÎR : Li navçeya Cizîrê jî bi hezaran kes li taxên Nûh, Cûdî, Sûr û Dagkapî civiyan û bi fîşekên hewayî salvegera PKK'ê pîroz kirin. Girseyê di nava taxan de li gel def û zurneyan govend girtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo'', "PKK gel e, gel li vir e" "Bêyî Serok Jiyan Nabe" berz kirin. Pîrozbahiyê deha derengê şevê dom kir.
HEZEX: Li navçeya Hezexê jî 27'ê mijdarê bi girseyî hate pîrozkirin. Bi seden kes li Qada Newrozê ya taxa Atakent bi def û zurneyan civîyan û 32'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Parlementerê DTP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, Şaredarê Hezexê Resul Sadak, endam meclîsê û rêveberên DTP'ê amade bûn. Şahiya pîrozbahiyê heta derengê şevê bi fîşekên hewayî dom kir. Piştî pîrozbahiya komek ciwan li qada Adile Naşît civiyan û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocolan, Mazlum Dogan vekirin. Komê piştre bi meşaleyan meşiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan şermezar kirin. Ciwanan pankarta "TAK" û "Slav ji Rêber Apo ku 27'ê mijdarê afirandiye" vekirin. Ciwanên ku serê xwe girtin û srûdên neteweyî xwendin meş pêk anîn û çalakiya wan heta derengê şevê dom kir.
DÊRSIM: Li Dêrsimê jî rêxistina DTP'ê salvegera PKK'ê pîroz kir. Pîrozbahiya ku li avahiya Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî pêk hat. Di pîrozbahiyê de Rêvebera DTP'ê ya Amber Bakiray diyar kir ku hîn polîtîkayên înkar û îmnayê yên li ser gelê kurd didome û wiha got: "Çi cara ku gelê kurd li hemberî zilm û zordariyê serî rakiriye rastî îmhayê û qetlîamê hatiye. Gelek mînakê vê yekê hene. Ji ber vê yekê divê em vejîna 27'ê mijdarê baş fam bikin û bi wate bikin." Pîrozbahî bi pêşandana sînevîzoyê bi dawî bû.
EDENE: Li taxa Şakîrpaşa, Barbaros û Gulbahçe yên Seyhanê û Taxa Anadolu ya Yuregîrê 32'emîn salvegera damezirandina PKK'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku bi hezaran kes beşdar bibûn de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Di pîrozbahiyên ku piranî ciwan beşdar bibûn de bênavber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Şehît namirin" hatin berzkirin. Li Semta Gulbahçe ya Seyhanê jî bi girseyî pîrozbahî pêk hat Li vir axaftin hatin kirin û hate xwestin ku pîrozbahî li gorî girîngiya rojê bê. Di axafatinan de hate xwestin ku kurd di nava tifaqiyê de tev bigerin û têkoşîn.(DÎHA)

Li Ewropayê jî pîrozbahiyên damezrandina PKK’ê
Li paytexta Îngilistan London, li bajarê Toulouseya Fransayê û li bajarê Genka Belçîkayê salvegera 31’emîn ya damezrandina PKK’ê bi girseyî hate pîrozkirin. Li Londonê Komîsyona Ciwanên Brîtanyayê ku piraniya wan jin bû, bi girseyî pîrozbahî li dar xist. Girseyê piştî sînevîzyonê li dor agir bi def û zirneyê bi saetan dîlan hat girtin.
Pîrozbahiya Londonê dê îro jî bidome. Îro berya ku şahiya salvegerê bê darxistin ji bo tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe xwpêşandana protestoyî tê li darxistin. Kurd îro saet 13’an de li ber Navenda Polîs a Wood bicivin û ji vir heta Navenda Civaka Kurd bimeşin.
Li bajarê Toulouseya Fransayê jî bi konvoyek salvegera 31’emîn ya PKK’ê hat pîrozkiri. Dema konvoy derbas bû fransiyan jî eleqe nîşan da û hin ji wan li şaneşînên xwe bi çepikên xwe piştgirî dan pîrozbahiyê. Belavodkên feransî hat belavkirin û salavegera 31’emîn a PKK’ê li hemû mirovahiyê pîroz kir. Konvoy di nav cihê herî qerebalix de derbas û û li navenda bajarê li qada Capîtol arwestiyan. Li vir li ser navê CDK’ê axaftin hat kirin.
Li bajarê Genka Belçîkayê jî bi şahiya şevê salvegera 31’emîn ya PKK’ê hat pîrozkirin. Şahî di pêşengiya Federasyona Komaleya Kurd a Belçîkayê (FEK-BEL) ve bi bişdariya hezar kesî pêk hat. LONDON / TOULOUSE / GENK

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment