Saturday, November 28, 2009

Walî asteng dike lê gelê cejnê pîroz bike



28/11/2009

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya dê di 28'ê mijdarê li gundê Fîsê pêk bihata rastî astengiya walîtiya Amedê hat. Waliyê Amedê ji ber ku 28'ê mijdarê damezirandina PKK'ê ye destûr neda. Şaredara Licê Fîkriye Aytin diyar kir ku dê îro li navenda Licê bernameya xwe pêk bînin û biryarê şermezar bikin. Her wiha komek bi temsîlî dê biçe gundê Fîsê.
Şaredariya navçeya Licê ya Amedê, dixwest ku li gundê Fîsê Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê pêk bîne. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Amedê Firat Anli diyar kir amadekariyên mîhrîcanê hatine ber bi dawîkirinê lê Walîtiya Amedê destûr neda. Anli, hinceta walîtiyê ya destûrnedayîna mîhrîcanê wekî "Roja mîhrîcanê heman roja damezirandina PKK'ê ye jî û ji ber vê yekê 28'ê ne lê rojeke din dikarin mîhrîcanê pêk bînin." diyar kiriye. Anli, anî ziman ku walîtiyê bi nivîskî tu agahî nedane wan lê bi telefonê ew agahdar kirine. Anli, destnîşan kir ku ew bernameya xwe ya Cejna Qurbanê ji bo ku pêk bînin dê biçin Liceyê û cejna gel pîroz bikin. Anli, bilêv kir ku dê parlamenter û şaredar jî di ziyaretê de cih bigirin.

Dê bê lidarxistin
Şaredara Licê Fîkriye Aytîn jî got, ligel destûrnedayîna waliyê Amedê ji bo Mîhrîcana Çand û Hunerê ya gundê Fîsê jî dê mîhrîcanê li dar bixin. Aytîn da zanîn ku îro bi beşdariya parlamenter, şaredar, nûnerên DTP’ê û saziyên sivîl saet di 12:00’an de bi tevlîbûna gelê kurd dê mîhrîcana xwe li dar bixin. Aytîn da zanîn ku dê ji bo şermezarkirina biryara waliyê Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û biryarê protesto bikin. Piştî şahî û protestoya navenda navçeya Licê komeke temsîlî ku ji parlamenter, şaredar û endamên saziyên sivîl pêk tên dê biçe gundê Fîsê ziyaret bikin. Her wiha dê qasidên aştiyê jî beşdarî bernameya ku li Licê bê lidarxistin bibin. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment