Friday, November 27, 2009

Gorên kesên di dêkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin ziyaretkirin

Gorên kesên di dêkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin ziyaretkirin
Rêxistinên DTP'ê û saziyên sivîl ên civakî, bi munasebeta Cejna Qurbanê gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Saziyan li Mêrdîn, Êlih, Amed, Riha, Mêrsîn û Manîsayê gor ziyaret kirin, diyar kirin ku dê têkoşîna wan a aştî û demokrasiyê bidomînin.

MÊRDÎN

Li Mêrdîn û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex û Dêrikê endam û rêveberên DTP'ê gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Li Navçeya Qoserê Rêveberên DTP, MAYA DER, Endamên Meclisa Şaredariyê û gelek kesên din gora Ferhat Kurtay û kesên din ên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Di ziyaretan de rêz hatin girtin. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Qoserê Alî Aslan, diyar kir ku we tê têkoşîn û xêza wan bidnomîne û wiha got: "Di şexsê Ferhat Kurtay de em hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînin. Em bi xêra şehîdên xwe gihiştin îro. Navê me û nasnameya me bi têkoşîna wan hate naskirin. Hin kesan laşê xwe dan ber agir, hin kesan jî sînga xwe dan ber guleyan ji bo ku em îro azad bijîn. Tu carî ji bo bawerî û doza xwe gav bi paşve neavêtin. Em mînetarê wan in. Em dê têkoşîna wan heta dawî bilind bilind bikin."

AMED

Li Amedê jî parlementerên DTP'ê yên Amedê Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Amedê Firat Anli, Şaredarên Peyas, Baglar, Yenîşehîrê, rêveberên MEYADER, Dayikên Aştiyê, DÎAY-DER û malbatên windayan li goristanên Yenîkoy, Alîpinar û Şehîtlîk gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
Li Navçeya Bîsmilê jî Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bîsmilê Mehdî Tanrikulu, Şaredara Bîsmilê Cemîle Emînoglu, Serokê Komeleya Çand û Hunerê Murat Baran û gelek kesên din gorên kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin. Serokê Rêxistina DTP'ê Tanrikulu, diyar kir ku ew deyndarên kesên jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em deyndarên şehidên xwe û serokê xwe ne Di têkoşîna 32 salan ev nirx hatin afirandin. Gelê kurd di têkoşîna 32 salan de gelek bedelên giran dan û gihişt îro."
Li Navçeya Pîranê jî Şaredarê Mustafa Uyguner û rêveberên DTP'ê gorên 33 endamê PKK'ê ku di sala 1996'an de di encama çekên kîmyevî de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî endam û rêveberên Rêxistina DTP'ê ya Bajar û navçeyên Mêrsînê, MEYA-DER, DOKH, OZYURT-DER, Oldar, endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê, komek kes çûn gorên kesên di têktoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane zeyaret kirin. Beriya ziyareta goristanan Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Akdenîzê Ahmet Bal, destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriyê de tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir bûne, Bal, wiha got: "Li şûna nexşeriya Brêz Ocalan bidin gel, parêznameya wî ku ji DMME'yê re amade kiribûn jî desteserkirin. Ev rastiya polîtîkayên AKP'ê dide xuyakirin. Em dixwazin êdi li şûna şer aştî û biratî pêş bikeve." Bal, bagn li her kesî kir û xwest li têkoşina azadiyê xwedî derkevin. Kom, piştî axaftinê çûn Goristana Guneykent a Navçeya Toroslar û gorên Umît Gonultaş û Murat Demîr ku di çalakiyên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi guleyên polîsan hatin kuştin ziyaret kirin.

ÊLIH

Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Êlihê Ahmet Sormaz, Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Navendê Mustafa Ozturk, alîkarên şaredarê Êlihê Gulîstan Akel, Mustafa Tugyildiz û Hamza Ayîş, endamên DTP'ê û endamên Meclîsa Giştî yên bajar jî dinav de komekî qelabalik goristan ziyaret kirin. Komê ji Goristan Yavuz Selîm dest pêkiri û heya Goristana Gundê Îkîztepeyê 5 goristan ziyaret kirin. Komê li gorên kesên bûyerên kiryar nediyar de û yên pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane dua xwendin û gul danîn. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Êlihê Ahmet Sormaz di ziyaretê de axiftine kir û wiha got:, "Em rumeta xwe ya li hemberî kesên li herêmê di şerê 30 salan de jîyana xwe ji dest dane çareke din nîşan dinin. Îro ji bo ku em dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan ve girdayî nişan bidin li virin. Em dê heta dawiyê li têkoşîn û bîraninên wan bin û dozana wan bi şopînin."

RIHA

Li Rihayê jî Parlementerê DTP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Serokê Rêxistina DTP'ê Îbrahîm Ayhan jî dinav de bi sedan kes gora Serokê Rêxistina HADEP'ê yê berê yê Rihayê û Endamê PM'ê yê HADEP'ê Muhsîn Melîk yê di 2'yê xizîrana 1994'an de hatiye qetilkirin ziyaret kirin û gorên kesên din yên di pevçûnan de jiyan xwe ji dest dane ziyaret kirin. Di ziyaretê de Serokê Rêxistina DTP'ê yê Bajarê Rihayê Îbrahîm Ayhan, axiftinek kir û wiha got: "Qîbetên şehîdên me canê xwe ji bo fedan kirî gelek watedarin. Wan tu tişt ji bo berjevendiyên xwe ne ji bo jiyanekî birumet û azadiya gelekî dan. Em dê heya layîqî şehîdên xwe û jiyana wan ya birumet bi tekoşîn û dê di rêya wan de bimeşin."

MANÎSA

Rêveberên Rêxistina DTP'ê yên Navçeya Turgurtluyê ya Manisayê, Goristana Şaredariyê ziyaret kirin û gorên kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî ziyaret kirin. Serokê Rêxistina DTP'ê yê Navçeya Turgutluyê Mehmet Gulmez, diyar kir ku êdî em naxwazin tu dayîk bigirîn û berpirsiyarî dikev ser milê hemû kesî.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment