Wednesday, November 25, 2009

Huseynê Farê


25/11/2009

Dengbêjek ji malbata dengbêjan
NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Wekî ku tê zanîn, di nav çanda kurdan de dengbêjî xwedî cihekî gelek girîng e. Îro jî em hem dîroka xwe ji dengbêjan hîn dibin û hem jî ji wêjeya dengbêjan sûdê digirin. Di rêveberiya leşkeran a awarte de, di darbeyan de û di cuntayan de jî dîsa dengbêjên kurd bi awayekî serkeftî çanda xwe domandine. Tu car dest ji çanda xwe ya pîroz bernedane. Li her derê stranên xwe gotine û ev çanda xwe domandine.
Dewletê li dijî dengbêjan gelek zext pêk aniye. Wekî gelek dengbêjan Huseynê Farê jî rastî îşkence û zilma dewletê hatiye. Birayê Huseynê Farê, Usivê Farê ku niha li Amedê li Mala Dengbêjan dengbêjiyê dike jiyana birayê xwe û bîranînên wî û birayê xwe bi rojnameya Rojevê re parve kir.
Huseynê Farê di nav kurdan de dengbêjekî navdar e û bi taybet jî li derdora herêma Amedê tê zanîn û tê hezkirin. Huseynê Farê her çiqas heta îro hindik kasetên wî mabin jî bi dengê xwe yê zîz û dilşewat hê jî tê guhdarîkirin. Herî zêde strana dengbêj a bi navê ‘Xalê Cemîl’ û ‘Têlî’ ji aliyê kurdan ve tê hezkirin.
Navê wî yê rastî Huseyîn Tutal e. Huseynê Farê, di sala 1937’an de li gundê Farê yê bi ser navenda Amedê hatiye dinê. Ji ber vê yekê jî navê wî di nav gel de wekî Huseynê Farê hatiye nasîn. Navê gundê wan bi kurdî Farê ye lê dewletê wekî hemû navên kurdî navê gundê wan jî guherandiye û kiriye Guzelkoy. Lê hêj jî di nav gel de tu kes bi Guzelkoy bi kar nayne.
Di 7 saliyê xwe de dest kir
Huseynê Farê di 7 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û stran gotine. Wî gelek ji dengbêjiyê hez kiriye. Her dem li pey dengbêjan geriyaye û di demeke kurt de dest bi gotina stranan kiriye. Li ber pez, li malê, li her derê striye. Li gundê wan dengbêjekî mezin ê bi navê Hesenê Zorîn hebûye. Huseynê Farê jî her dem li gel dengbêj Hesenê Zorîn û li ber destê wî hînî dengbêjiyê bûye.
Hesenê Zorîn jî dengbêjekî xwedî nefeseke baş bûye lê ji ber bêderfetiyê dengê wî di qeydande tuneye.
Piştî ku Hesenê Zorîn jiyana xwe ji dest dide, ji bo ku stranên wî jî bi wî re neçin, Huseynê Farê xwedî li stranên wî derdikeve. Huseynê Farê tiştên ku ji wî hîn bûye ji bo xwe wekî mîras nirxandiye û ev kevneşopî domandiye. Piştî demekê Huseynê Farê li gundên derdorê hatiye nasîn. Ji gelek cihan hatine pey wî ku here ji wan re bistrê. Huseynê Farê bi vî awayî di nav civata dengbêjan de hatiye nasîn. Kesekî bi navê Omer Boga ku xwedî şîrketa kasetan e jê re kasetê derdixe. Di kaseta wî ya yekem de stranên wekî Seyîtxanê Ker, Silêmanê Ehmed, Keremê Koraxa cih digirin.

Bi israr kurdî distrê
Dema ku yekem albuma xwe derdixe li Amedê di salên 1980’an de rêveberiya leşkeran a awarte hebûye. Piştî ku kasetê derdixe leşker bi ser mala wan de digirin. Leşker Huseynê Farê dibin fermandariya rêveberiya awarte û li wê derê îşkenceyê lê dikin. Fermandar jê re dibêje: “Tu çima bi kurdî stranan dibêjî? Tu li Tirkiyeyê yî divê ku tu bi tirkî stranan bêjî.” Huseynê Farê dibêje: “Ez kurd im û ez neçar im ku bi kurdî bistrêm. Ez bi tirkî nizanim û naxwazim stranên tirkî bêjim.” Her çiqas fermandar israr bike jî dev ji gotina kurdî bernade.

Îşkenceyê nexweş xist
Huseynê Farê, ji ber îşkenceya li fermandariya rêveberiya awarte nexweş ketiye û heta ku jiyana xwe ji dest bide jî ew êş kişandiye. Piştî ku zextên li ser wî zêde dibin, ew mala xwe ji Farê bar dike û tê gundê Bisilmayexê. Mala xezûrê wî jî li wî gundî ye. Piştî ku 3-4 salan li cem mala xezûrê xwe dimîne koçî Almanyayê dike. Li Almanyayê 2 sal dimîne û paşê dîsa vedigere û dengbêjiya xwe didomîne. Huseynê Farê di sala 1998’an de jiyana xwe ji dest dide.

Malbateke dengbêj
DI MALA wan de dengêjî wekî kevneşopiyekê tê domandin. Kalikê wî, kalê wî Ûsif, bavê wî Elî dengbêj bûne û niha jî birayê wî Ûsifê Farê dengbêjiyê dike.
Heta ku ew sax bû tenê carekê birayî wî Usifê Farê stiriye. Rojekê dawetek çêdibe û Heseynê Farê jî di dawetê de striye. Paşê milet gotiye Huseyn, bila birê te jî stranekê bêje. Birayê wî nexwestiye ku stranê bêje lê li ser israra birayê xwe Ûsivê Farê ji wan re strana Seytxanê Ker gotiye. Dengê wî jî gelek xweş bûye û civatê jî dengê wî ecibandiye. Piştre Huseynê Farê ji birayê xwe dixwaze ku êdî stranan nebêje. Dibêje: “Di mala me de ez stranan dibêjim bes e, tu nebêje.” Ew jî li ser gotina birê xwe dibêje: “Baş e. Ez êdî stranan nabêjim lê ger ku tu beriya min bimrî, ez dê ji bo domandina vê kevneşopiyê stranan bêjim. Di nav gel de navê malbata me bi dengbêjan hatiye nasîn û ji bo ev kevneşopî tune nebe ez dê stranan bêjim.” Û êdî stranan negotiye. Heta ku birayê wî jiyana xwe ji dest daye nestiriye.
Piştî ku Huseynê Farê jiyana xwe ji dest dide, birayê wî Usivê Farê dibîne ku li civatekê çend dengêj gihîştine hev û stranan dibêjin. Ew axaftina ku di nava wî û birayê wî de derbas bûye tê bîra wî û biryar dide ku ew jî dest bi dengbêjiyê bike. Û niha jî li Mala Dengbêjan dengbêjiyê dike. Birayê Huseynê Farê, Ûsifê Farê ciwanên kurdan xwest ku li dengbêjan xwedî derkevin. Di nav ziman û çanda kurdan de roleke mezin a dengbêjan heye û ew jî dixwaze ku ev çand winda nebe. Hatina ciwanan jî wan gelek kêfxweş dike.

Were Têlî Têlî Têlî…
Were Têlî, Têlî, Têlî…
Hey lê lê zalimê lê
Ez serê sibê radibim ji xewa şêrîn bang dikim dibêjim Têlî
Di nava rojê de dibêjim Têlî
Berêvar dibêjim Têlî
Bi saetê, deqê û saniyê dibêjim Têlî…
Ji axir û kedera dilê xwe re bang dikim dibêjim Têlî...

Lê lê Têliyê malxirabê,
Wele tu hur î, boz î beyaz î
Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î, tu kihêlî
Nod û neh nav û îmze li ber navê te lêketine
Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî
Malxirabê wele tu kihêlî

Tu vê sibê li qarşî çavê min sekinî
Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î, tu jinebî yî
Ser dev û lêvên te yên bi xêlî
Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye
Tu çima ser çavê xwe ji min vedişêrî

Lê lê malxirabê
7 heb birayên te hene, 7 heb xwîşkên min hene
Ji bo xatirê çavên te ez ê ji te bikim berdêlî...

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment