Tuesday, November 24, 2009

Qasidên aştiyê hembêz kirin


24/11/2009

Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê hatîn li Navçeya Elbaka Wanê ji hêla hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Hamiyet Dînçer ku 18 sal berî niha kurê xwe yê 4 mehê hêla û beşdarî PKK'ê bû bi malbata xwe re hate cem hev. Gihiştina malbata Dînçer bu sedema demên hestewar.
Endamên Komên Çareseriya Demokratîk û Aştiyê yên ji Mexmûr û Qendîlê Nurettîn Turgut, Nizar Buldan, Gulbarah Çîçekçî û Hemiyet Dînçer li Navçeya Elbaka Wanê bi gel re hatin cem hev. Kom li daketina Elbakê ji hêla Şaredar Îhsan Guler, rêvebebrên DTP'ê û bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Girseya pankarta, "Bila nexşerê bê aşkerakirin, operasyon bên rawestandin, ji şer re na aştî a niha" vekir, slogana, "Bijî Serok Apo" kêm nekir. Girse û kom piştre derbasî ber Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê bûn. Li vir Serokê Rêixstina DTP'ê ya Navçeya NAvendî Mehmet Kurt, ji ber coşa gel a pêşwazîkirinê spasiyên xwe kirin.

Em ji bo azadiyê hatine
Endama Komê Hamiyet Dînçer diyar kir ku 18 sal berî niha zarokê xwe dema 4 mehî bûye hiştiye û beşdarî refên PKK'ê bûye. Dînçar diyar kir ku piştî 18 salan vegeriya ye û wiha axivî: "Ji ber vê girseyê ez gelek hestewar û bi coş im. Em ji bo azadî û aştiyê hatin. Hind derdorên hêza kurdan li ber çavan nagirin û dixwazin li ser şer û xwînê rantê bi dest bixin, hatina me cuda şîrove dikin. Em ne ji bo şov kirine, ne ji bo teslîmiyetê hatin. Em ji bo aştî û azadiyê hatin. Ji bo rawestandina şer em dê zêdetir bitêkoşin. Tenê dayîk dikarin şer rawestînin û xwînê bi dawî bikin. Ez bang li hemû dayîkên kurd û tirk dikim ji bo aştiyê têbikoşin." Nurettîn Turgut jî diyar kir ku kurdan koçî gelek cihên cîhanê kirene û ev tişt gotin: "Piraniay me neçarî derbasî Kurdistana Federal bû. Me gelek êş kişandin. Me gelek zilm ji cerdevanan dît. Gelek kes hatin qetilkirin. Em dixwazin bi awayek azad vegerin. Ku dixwazin em vegerin divê derfetên perwerdehiya 5 hezar zarokên me yên bi zimanê zikmakî perwerdehî dîtine, bi afirînin. Em dixwazin bi nasnameya xwe ya kurdî ya azad li ser axa xwe bijîn. Ku ev bi cih bên em dê vegerin."

Piştî 18 salan...
HAMIYET Dînçer ku zarokê xwe yê 4 mehî, 18 sal berî niha hişt û bi hevserê xwe re beşdarî refên PKK'ê bû, li avahiya DTP'ê bi malbata xwe re hate cem hev. Hevdîtina piştî salan bû sedema demên hestewar. Dînçer diyar kir ku ew di demek cerdevanî û eşîrvanî bûye pergal û riyên siyaseta demokratîk nemayî de derketiye û wiha got: "Îro ev coşa gel ez gelek hestewar kirim. Xwedîlêderketine gel a nûnerên xwe hêza me zêde dike. Ev xwedî lê derketine gel berpirsyariya me zêdetir dike. Em jî ji bo ev hêviya wan vala dernekeve dê her tim bixebitin." Hevserê Hamiyet Dînçer, Erdogan Dînçer jî piştî ku tevli nava refên gerîla bû ji bo têkoşîn û xebatên siyasî vegeriya Bakur. Di dema xebatan de ew hate girtin û niha di Gîrtîgeha Tîpa D a Amedê ye û cezayê îdamê li wî hatiye birîn. WAN

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment