Tuesday, November 24, 2009

‘Rewşa me dişibe hev’


24/11/2009

Serdest tehamulî zimanê gel nakin
Çetin ALTUN- Rizoyê XERZÎ-AMED
Rojnamevanê rojnameya BERRIA ya baskî Urtzi Urrutikoetxea yek ji rojnamevanan e ku gelek caran serdana gelek bajarên her çar aliyên Kurdistanê kiriye. Rojnameger Urtzi Urrutikoetxea ku demek berê çûbû çiyayên Kurdistanê û bi rayedarên PKK’ê re hevpeyvîn pêk anîbûn, li ser rewşa çapemeniya kurd û ya baskî û çavdêriyên xwe yên Qendîlê sohbetek bi rojnamevanan re pêk anî.
Heta niha gelek rojnamegerên navnetewî ji bo hevpeyvîn û çavdêriyên xwe berê xwe dan çiyayê Qendîlê û bi PKK’iyan re hevpeyvîn pêk anîn û di çapemeniyê de bi berfirehî cih dan gotinên nûner û gerîlayên PKK’ê. Her wiha ev nûçe gelek caran bûbû mijara çapameniya navneteweyî.
Rojnameger Urrutikoetxea li ser rewşa çapemeniya kurd û ya baskî rawestiya û gelek xalên hevbeş yên zor û zehmetiya karê çapemeniyê yê her du gelan kir. Çiqas ev her du gel ji hev dûr bin jî gelek zehmetî û zordestiya ku li wan dibe di gelek xalan de mîna hev in û her du gelan jî ji bo azadiya xwe bi salan li ber xwe da.

‘Tevgera Kurd ragihînim gelê xwe’
Rojnameger Urrutikoetxea li ser armanca xwe ya çûyîna çiyayên Qendîlê ev tişt gotin: “Armanca min ji çûna Qendîlê ew bû ku min wekî rojnamevanekî baskî xwest ku bi xwe biçim wan çiyayan bibînim û hevdîtinê bi hin rayedarên PKK’ê re bikim. Armanca min ew bû ku bibim wekî pirekê di navbera gelê kurd û yê baskî de û ez wan çavdêriyên xwe û rewşa heyî ya tevgera kurd ji gelê xwe re bighînim. Ji ber di çapemeniya fermî ya dewletan de gelek tiştên çewt an jî gelekî kêm li ser kurdan tên gotin. Lewre jî min xwest ku ez bi xwe biçim ji çavkaniya vê tevgerê nêrînên wan bigirim û rastiya wê bigihînim gelê xwe.”
Rojnamgerê baskî bilêv kir ku xwestiye bigihêje kûrahiya çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîlayên kurd bi her awayî bişopîne lê derfetên wîn tunebûn û Urrutikoetxea wiha axivî: “Bi rastî min dixwest ku ez bikaribim bigihêm kûrahiya wan çiyayan û jiyana gerîla bi her awayê xwe bişopînim lê ew derfet tunebû min ancax dikarîbû li herêmekê nêz bi çend berpirsiyarên tevgerê re hin hevdîtinan bikim. Li gorî çavdêriya min jiyana gerîla jiyaneke zor û zehmet e û di wî warî de wekî hemû aliyên din ên jiyanê para herî giran jî dîsa li ser milê jina kurd e.”

Zext li ser çapemeniyê heye
Dema me behsa cezayê girtinê yê Rojnameya Azadiya Welat kir, me dît ku rewşa çapemeniya wan ji hin aliyan ve dişibe rewşa çapemeniya kurd.
Wekî mînak Rojnameya baskiyan ya yekemîn ku bi zimanê baskî weşan kir rojnameya Egukaria bû ku di sala 1990’ê de dest bi weşanê kiriye û heta 2003’an berdewam kiriye lê ji aliyê hikûmeta Ispanyayê ve hate girtin û gelek xebatkarên wan rastî cezayê girtinê hatin û hin xebatkarên rojnameyê hê jî girtî ne.
Piştî girtina rojnameya Egukaria di sala 2003’ê de rojnameya bi navê BERRI dest bi weşanê dike lê ew jî dîsa rastî zextan tê û bi sedemên cuda doz lê tên vekirin.
Her wiha piştî çend rojan edîtorê rojnameyê Martexelo Otamendi tevî 5 xebatkarên din ên rojnameyê ji ber doza ku li wan hatiye vekirin derdikevin pêşberî dadgehê.
Behaneya dozvekirina li edîtorê rojnameyê Martexelo Otamendi û hevalên wî jî wiha tê gotin ku xwedî û berpirsyarê nivîsan ê rojnameyê ji alî rêxistina ETA’yê ve hatiye pêwîrdarkirin.
Rojnamegeriya kurdî karekî pîroz e
Urtzi Urrutikoetxea ku gelek caran li Kurdistanê rojnamegerî kiriye der barê çapemeniya kurd de ev tişt gotin: “Di xalan de reng û rêbazên astengî û êrîşên li ser çapemeniya kurdî û ya baskî weke hev tên xuyakirin lê rewşa çapemeniya kurdî di bin şert û mercên pir girantir de tê meşandin. Ez di serdanê xwe de ji ber ku min di der barê Azadiya Welat de gelek hevdîtin û agahî girtine lewra jî ez baş dizanim ku xebatkarên çapemeniya kurdî di bin gelek şert û mercên pir giran de rojnameya xwe diweşînin, bi rastî tevî hemû şert û mercên giran ew dikarin rojnameyeke wiha giring biweşînin û belav bikin. Ez karê rojnamegerên kurd gelekî pîroz dibînim.”
Urrutikoetxea anî ziman ku ji bilî hin xalên ku rewşa bask û kurdan tê de weke hev tê xuyakirin di hin xalan jî cudahiyeke mezin heye û wiha pê de çû: “Wekî mînak li Ispanyayê rewşa çapemeniyê bi giştî mîna rewşa çapemeniya hemû welatên din ên Ewropayê ye. Lê ev rewş tenê ji bo zimanê baskî tê guhertin, çapemeniya ku weşana xwe bi zimanê baskî dike rastî gelek astengiyan tê.” Urtzi Urrutikoetxea di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tevî vê rewşa giran a rojnamevanên kurd ku ez dibînim û his dikim jî, dema ku ji derdorê dipirsim û behsa rewşa berê dikin, li gor wan rewşa niha û zehmetiyên ku tê de dijîn gelekî kêmtir e ji salên berê lê hê jî gelek zext û astengî li pêşiya azadiya fikr û ramanê heye û her dem bi behaneya propagandaya terorê van astengiyan li pêşiya çapemeniya ne girêdayî hikûmet û bi taybetî ya kurd derdixin pêş.”

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment