Monday, November 23, 2009

Komîsyona Mafên Zarokan Gora Ceylan Onkolê ziyaret kir

Komîsyona Mafên Zarokan Gora Ceylan Onkolê ziyaret kir
Komîsyona Mafên Zarokan a Amedê, têkîldarî 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan, malbat û Gora Ceylan Onkol a 12 salî ku ji aliyê leşkeriyê ve hatibû qetilkirin ziyaret kir.

Komîsyonên Zarokên Baroya Amedê, ÎHD, Mazlum Der, Odeya Tabîpan, Çaça Der, Yerel Gundem 21, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Amedê jî dinav de, di çerçoveya 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan de malbata Ceylan Onkol a 12 salî ku ji aliyê leşkeriyê ve li Xambasê hate qetilkirin ziyaret kirin. Heyet ji aliyê malbata Onkol ve hate pêşwazikirin û piştre jî Gora Ceylan Onkolê ziyaret kirin. Ji bilî malbata Onkolê gundî jî bi heyetê re çûn Gora Onkolê ziyaret kirin. Di ziyaretê de gul danîn ser gorê û dua xwendin.

'Bila berpirsiyaran derxin holê'

Li ser navê heyetê ji parêzerên Baroya Amedê Prz. Erdem Kaya, diyar kir ku qetilkirina Ceylan Onkolê rayagirştî gelek êşandiye û wiha got: "Di herêmê de gelek mafên zarokan yên jiyanê yên welatê me jî alîgir a Peyman Mafên Zarokan a NY'ê tên bin pêkirin. Ugur, Enes, Abdulsemat, Mehmet û Ceylan jî hinek ji wanin. Ceylan ji Ugur salekê mizintir bû û bi guleyekî hewanê jiyana xwe ji dest da. Tu kes neçû cihê bûyerê û cenazeyê wê birine qerqolê. Ji bo bûyerê gotin qeza!" Kaya bang kir ku da ku binpêkirina mafên zarokan ên herêmê bi dawî bibin û xwes ku berpirsiyarên bûyeran bên darizandin û ceza kirin.

Piştî axaftina diya Ceylan Onkolê Salîha Onkol li ser gora keça xwe lorîk gotin û demên hestiyar dan jiyandin.
Endamên heyet, diyar kirin ku dê her demê ji malbata Onkolê re bibin alîkar û ji gund vegeriyan.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment