Friday, November 27, 2009

KJB û PAJK’ê 27’ê Mijdarê pîroz kir


27/11/2009

Tevgera jinê KJB’ê 31’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir û got: “Têkoşîna 31 salan a PKK’ê bandor li her hucreyê civaka kurd kiriye û PKK dîroka gelê kurd ya tê nivîsandin e.” PAJK’ê jî ji bo salvegera vejîna PKK’ê daxuyaniyek da û got: “PKK’ê ne hew tevgera gelê kurd e tevgera hemû kesên azadîxwaz e.”
Bi boneya 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina 31’emîn a PKK’ê KJB û PAJK’ê peyam dan raya giştî. Di peyama xwe de gotin: “Gelê kurd daxwaza xwe ya azadiyê di xeta Rêber Apo de di tevgera PKK’ê de rêxistin kirine.” KJB’ê di daxuyaniya xwe de got: “Di nav PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd de girêdaneke mezin heye ev yek bûye nasnameyeke civakî, siyasî û çandî. Têkoşîna 31 salan ya PKK’ê bandor li her hucreyê civaka kurd kiriye û PKK dîroka gelê kurd ya tê nivîsandin e.” KJB û PAJK’ê di daxuyaniyên xwe de girankirina şert û mercên girava Îmraliyê şermezar kirin û bal kişandin ser rewşa Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha gotin: “AKP û hikûmet di demên dawî de li ser gelê kurd û Rêberê Gelê kurd de terorek dimeşînin. Bi mebesta nerînên Rêberê Gelê Kurd negihije tecrîde giran dikin û şertên jiyana Rêberê me giran dikin. Balkêş e ku di demên dawî êrişên ser gelê kurd jî girantir kirine.” Li hemberî vê yekê KJB û PAJK’ê banga serhildanan kir. BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment