Sunday, November 29, 2009

Dr. Azad Muradyan rewşa dawî ya li Îranê jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka nirxand



29/11/2009

دکتۆر ئازاد مورادیان
Dr. Azad Muradyan
Dr. Azad Muradyan endamê Desteya Birêvebirîya Kongreya Netewa Kurd anku KNC li Amerîkaya Bakûr di hevpeyvînekê de digel hevkar Janî Dîlan jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka guhorînên li Îranê nirxand.

Dr. Muradyan dibêje guhorîn li Îranê bûne lê belê rewşa navçeyên Kurdistana Îranê weku berê ye.

Herwisa Dr. Muradyan dibêje heke bizava Kurdan li Îranê karibe pêywendî digel opozîsyonê deyne dikare bo rejma Îranê metirsîyeke girîng çêbike.

Dr. Azad Muradyan dibêje cîhana Rojava û Amerîka dive ku reftara Îranê biguhore ne ku Komara Îslamî ya Îrane biguhore.

Gelî guhdaran hûn dikarin li dirêjahîya vê hevpeyvînê li ser lînka li destê rastê guhdarî bikin.

Li hevpeyvîna bi Dr. Azad Muradyan re guhdarî bike
Dagirtin (Real)

© VOA

No comments:

Post a Comment