Wednesday, November 25, 2009

KNK'Ê Û PLATFORMA OLÊN MEZOPOTMAYAYÊ SALVEGERA PKK'Ê PÎROZ KIR

KNK'Ê Û PLATFORMA OLÊN MEZOPOTMAYAYÊ SALVEGERA PKK'Ê PÎROZ KIR

Bi rasthatina Salvegera damezrandina PKK'ê Kongerya Neteweyî ya Kurdistanê KNKê û Platforma Olên Mezopotamyayê jî, her yekê ji wan peyamek pîrozbahiyê weşand.

Di peyaman tê gotin, di demeke ku gelê Kurd di nava êş azaran de bû, Tevgera PKK'ê bi dilsozî û biryardariyeke mezin derket holê hêviyê gelê Kurd ji nû ve afirand.

KNK di peyama xwe de bibîr dixe ku cografyaya Kurdistanê piştî şerên cihanê yên yekemîn û duyemîn bi bêbextiyeke mezin hatiye parçekirin û hêzên dagirker gelê Kurd kiriye qurbanê berjenwediyên xwe.

Lê piştî salên dûr û dirêj ên di bin dagirkerî û dîktatoriyan de, PKK wek mucîzeyek derket holê û pêşî li vê rewşa kambax girt.

KNK di daxyuyaniya xwe de tîne ziman, demeke ku derdê Kurdistanê, ji Kurdistanê mezintir bû, Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK bi dilsozî û birayardariyeke mezin derket pêş û ji bo Kurdan bû hêviyek.

Bi pêşengiya PKKe û serokatiya Rêberê gelê Kurd Ocalan, Tevgera Azadiya Gelê Kurd îro sîstemeke alternatîf derxistiye holê.

Daxuyaniya KNK'ê wiha bi dawî dibe: Em bi vê mebestê, salvegera damezrandina PKKê, li gelê Kurd pîroz dikin û cardin bang li hêzên Kurd dikin ku rojek ji ya din zûtir Yekîtiya Neweteyî saz bikin.

Bi rashatina rojê Platforma Olên Mezopotamyayê jî peyamek pîrozbahiyê weşand.

Platform di peyama xwe de dibêje; Em salvegera PKK'ê, li şehidên demokrasî û azadiyê, li rêberê gelê kurd û gelê kurdistanê piroz dikin.

Bi damezrandina PKK'e û berdewamiya tekoşînê re, di serî de dîroka gelê kurd, dîroka hindikahî û olên mezopotamya jî, ji nû ve hatiye nivîsandin.

Daxuyaniya platforma olên mezopotamyayê jî wiha bi dawî dibe:

Di serî de Olên mezopotamya û hindikahiyan, em bang li hemû gelên li Kurdistanê û rojhilata navîn dikin da ku ji bo azadiya rêber APO, jiyaneke bi rûmet û azad tevlî tekoşîn û berxwedana gelê kurd bibin.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment