Thursday, November 26, 2009

KJB: 'DI NAVBERA TEVGERA PKK Û GEL DE, TÊKILIYEYE KU QUT NABE AVA BÛYE'

KJB: 'DI NAVBERA TEVGERA PKK Û GEL DE, TÊKILIYEYE KU QUT NABE AVA BÛYE'

Koma Jinên Bilind KJB û Partiya Azadiya Jinên Kurdistan PAJK jî, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin..

Di peyaman de, îşaret bi girîngiya têkoşîna 31 salan hat kirin û bal hat kişandin ser planên tesfiyekirinê...

KJB: 'DI NAVBERA TEVGERA PKK Û GEL DE, TÊKILIYEYE KU QUT NABE AVA BÛYE'

KJB'ê jî, ji ber salvegera damezirandina PKK'ê peyamek weşand.

KJB'ê diyar kir ku di navbera PKK û gelê kurd de, têkiliyeke qut nabe ava bûye û wiha dewam kir: 'Xeta siyasî û felsefeya jiyana azad, bi qasî ku kes nikaribe ji Kurdistanê bavêje, bi hêz e'.

KJB'ê bal kişand ser dijwartirkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Ocalan û got ku ev pêkanîn tê wateya israra di siyaseta tinekirinê de.

KJB'ê ji gelê kurd xwest serhildanan zêde bike û ji ciwanan jî xwest tevlî nav refên gerîla bibin.

PAJK: 'RASTIYA GEL A TÊKOŞÎNA 31 SALÎ LI PIŞT
XWE HIŞT, BI GOTINÊN SEXTE NAYÊ XAPANDIN'

Koordînasyona PAJK'ê jî diyar kir ku, PKK'ê gelê kurd, ji asta navê wê, zimanê wê, ramana wê û îradeya wê qedexe gihandiye asta ku, ziman, raman û îradeya xwe nîşanê cîhanê dide.

PAJKê anî ziman ku hewldanên dewleta tirk ên dawî jî, encama têkoşîna 31 salî ya tevgera azadiya kurd in, lê belê wê gelê kurd bi gotinên sexte neyê xapandin.

PAJK: 'BILA NE LI BENDÊ BIN KU EM DIJWARTIRKIRINA
TECRÎTA LI ÎMRALIYÊ QEBÛL BIKIN'

PAJKê xwest ku ti kes û alî ne li bendê bin, bêyî gavên ber bi çav û rawestandina operasyonan gelê kurd bawerî gotinên sexte bike û wiha kir:

"Gelê kurd li Deriyê Sînor yê Xebûrê gotiye, eger wê çareseriyek bibe, riya wê di azadî û mûxatabiya Rêber APO re derbas dibe. Lê belê êdî zelal bûye ku, dewlet peyama gelê kurd rast nexwendiye. Dema ku gelê kurd li benda azadiya Rêberê xwe bû, dewleta tirk, şertên tecrît û îzolasyonê dijwartir kirine. Bila hêzên navnetewî û dewleta tirk ne li bendê bin ku em û gelê me, vê pêkanîna li dijî Rêberê me, qebûl bikin. Helwesta li hemberî Rêberê me, ji bo me hertim şertê şer û aştiyeke bi rûmet e û ev yek ji niha û pê ve jî dewam dike."

PAJK got ku wekî jin ewê li hemberî planên tesfiyeyê, têkoşîna xwe xurtir bikin û bangeke heman rengî jî li raya giştî kir.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment