Tuesday, November 24, 2009

Lorikên wê kezeb şewitandin


24/11/2009

Komîsyona Mafên Zarokan a Amedê, têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan, malbat û gora Ceylan Onkol a 12 salî ku ji aliyê leşkeriyê ve hatibû qetilkirin ziyaret kir.
Komîsyonên Zarokên Baroya Amedê, ÎHD, Mazlum Der, Odeya Tabîban, Çaça Der, Yerel Gundem 21, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Amedê jî di nav de, di çarçoveya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan de malbata Ceylan Onkol a 12 salî ku ji aliyê leşkeriyê ve li Xambasê hate qetilkirin ziyaret kirin. Heyet ji aliyê malbata Onkol ve hate pêşwazîkirin û piştre jî gora Ceylan Onkolê ziyaret kirin. Ji bilî malbata Onkolê gundî jî bi heyetê re çûn gora Onkolê ziyaret kirin. Di ziyaretê de gul danîn ser gorê û dua xwendin.
Li ser navê heyetê ji parêzerên Baroya Amedê Prz. Erdem Kaya, diyar kir ku qetilkirina Ceylan Onkolê raya giştî gelek êşandiye û wiha got: “Di herêmê de gelek mafên zarokan ên jiyanê yên welatê me jî alîgir a Peyman Mafên Zarokan a NY’ê tên binpêkirin. Ugur, Enes, Abdulsemat, Mehmet û Ceylan jî hinek ji wan in. Ceylan ji Ugur salekê mezintir bû û bi guleyeke hewanê jiyana xwe ji dest da. Tu kes neçû cihê bûyerê û cenazeyê wê birine qereqolê. Ji bo bûyerê gotin qeza!” Kaya bang kir ku da ku binpêkirina mafên zarokan ên herêmê bi dawî bibin û xwest ku berpirsiyarên bûyeran bên darizandin û cezakirin.
Piştî axaftina diya Ceylan Onkolê Salîha Onkol li ser gora keça xwe lorîk gotin û demên hestiyar dan jiyandin.
Endamên heyet, diyar kirin ku dê her demê ji malbata Onkolê re bibin alîkar û ji gund vegeriyan. AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment