Sunday, November 29, 2009

Nivîskar Polat Dibêje, Gel ji Paşerojê Bi Hêvî ye

By Robîn Reşvan
29/11/2009


Edîb Polat

Edîb Polat
Edîb Polat


Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskarê Kurd Edîb Polat, qala rewşa vê gavê ya Dîyarbekir û herêmê dike. Birêz Polat dibêje, jiber ku pirsa Kurdî bi navê xwe, cara yekê ye di dîroka komarê de, li parlementoyê tê ziman, civat edî bêtir bi cesaret mafê xwe dixwaze. Edî kuştin nabe, cenazeya gerîlla û lêşkeran nayên û ew yek jî tesîreke erênî li ser civatê dike. Vê gavê, Bajervanîya Mezin ya Dîyabekirê biryar daye ku tabelayên gûndan bi Kurdî jî binivîsin û ew yek jî dilê gel xweş kirîye.

Polat, her wiha dide zanîn, gelê Dîyarbekirê bi hêvî ye ku dewlet gavên pirtir bavê û mafê wan bide. Ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe yê zikmaki perwerdeyê bibînin.

Di dawîya hevpeyvînê de, Polat dibêje ew û çend rewşenbîr li Dîyarbekirê grûbeke nû ya zaravaya Kurmancî ava kirine, ku zimanê Kurdî ji bin bandora tirkî derxin. Jibo heman armancê malperek jî afirandine û navnîşana wê jî www.zimanperwer.com e.

Guhdarên delal, heku hun bixwazîn dirêjîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, kerem kin lînka destê rastê kilîk bikin.



hevpeyvîn
Dagirtin (MP3)

© VOA

No comments:

Post a Comment