Monday, November 30, 2009

Berpirsyarên pergala Îmraliyê hisyar kirin


30/11/2009

KOMÎTEYA Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got divê CPT û DMME’yê ji bo sererastkirina şert û mercên Ocalan berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku nebaşbûna pirsgirêkên tenturistiyê yên Ocalan fikarên wan zêde kirine û wiha got: “Bi salan e dîlgirtina Rêbertiya me didome, her wekî giranbûna şert û mercên tecrîdê têr nedikirin, niha jî bê tevger û bê hewa hatiye hiştin. Ev bi tenê bê hiqûqiya saziyên têkildar nîşan nade, di heman demê de bê wijdaniya wan jî nîşan dide.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di rewşeke ku li tevahiya Tirkiyeyê ‘berlêvekirina çareseriya demokratîk’ tê axaftin de hikûmte ango dewlet; hewl dide ku Rêbertiya me hewa jî negire. Ev jî nişan dide ku samîmiyeta wan a ji bo çareseriyê nîn e.”
Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê anî ziman ku Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropaye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) raste rast ji vê rewşê berpirsiyar in û ev bangewazî kir: “Li ser vî esasî ji saziyên tekildar dixwazin şert û mercên Ocalan demildest bêne sererastkirin û di vî warî de berpirsgiyariya xwe bînin cih. Her wiha bangî welatparêzên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, bangî hemû demokrat û kurdistaniyên nojdar dikin ku li her derê bikevin nava liv û tevgerê û nerazîbûna xwe bînin ziman.” BEHDÎNAN (ANF)

No comments:

Post a Comment