Thursday, November 26, 2009

Kedkaran jiyan rawestand



26/11/2009

Li bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê kedkarên di sendîkayên bi ser KESK û KAMU-SEN’ê ve de rêxistinbûyî bi mebesta zem û feqîriyê ji bo rojekê greveke mezin pêk anî. Li Enqereyê polîsan êrîşê konteja KESK’iyan kir. Li Stenbolê kedkaran Serokê CHP’a Stenbolê ji ber helwesta wan a têkildarî axaftina Onur Oymen negirt korteja xwe.
Kedkaran li tevahiya Tirkiye û bakurê Kurdistanê jiyan da rawestandin. Xwendekar neçûn dibistanan, li nexweşxaneyan ji bilî servîsên awarte kar nehate kirin. Li balafirgeh û garên trênan jiyan felç bû. Kedkaran greva herî mezin a salên dawî pêk anî û Hikûmeta AKP’ê protesto kir.
Greva li ser bangewaziya KESK’ê û KAMU-SEN’ê bi sedhezaran kedkaran duh grev pêk anî. Kedkarên ku neçûn ser kar li Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê daketin kolanan. Her wiha li hemû bajarên din jî daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.
Bi hezaran kes ku ji bo KESK'ê li Kolana Ziya Gokalpê civiyan û xwestin daxuyanî bidin çapameniyê, rastî mudexaleya polîsan hatin. Girseyê bi keviran bersiv da mudexaleya polîsan. Aloziya di navbera kedkaran û polîsan de demeke dirêj dom kir.

CHP jî hate protestokirin
Li Senbolê jî kedkarên ku duh di grevê de bûn meşiyan. Bi 10 hezaran kedkarên ku bi çalakiyên cur bi cur xemsariya hikûmetê ya li hemberî pirsgirêkên kedkaran protesto kir. Partiyên siyasî û saziyîn sivîl jî li tevahiya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê piştgirî da greva kedkaran. Li Stenbolê Serokê CHP’ê Gursel Tekîn jî xwest tevî korteja kedkaran bimeşe. Lê kedkaran ew negirt nav xwe. Kedkaran ji ber axaftina Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Onur Oymen ku di 10’ê mijdarê de kiribû û pesindariya Qetlîama Dêrsimê kiribû, CHP protesto kir û nehişt Serokê CHP’a Stenbolê tevî kontejê bimeşe.

Li Amedê meş û daxuyanî
Di çarçoveya greva ku ji aliyê KESK û KAMU-SEN’ê ve li giştiyê Tirkiyeyê hatin lidarxistin, li Amedê jî daxuyanî hatin dayîn. Kedkarên endamên KESK û KAMU-SEN’ê li Amedê li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştre girse ber bi Qada Deriyê Çiya ve meşiya û li wê jî li ser navê kedkarên KESK û KAMU-SEN’ê Yakup Keskîn daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Platforma Demokrasiyê Edip Yaşar, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, ji Platforma Demokrasiyê Alî Oncu, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karetekîn û serokê Rêxistina DTP’ê ya Amedê Firat Anli û bi sedan kedkar beşdarî çalakiyan bûn. Serokê Egîtîm Sen’a Amedê Abdullah Karahan bir avahiya Midûriyeta Perwerdahiye Neteweyî ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê sedemê pêkanîna grevê anî ziman. Piştre girse ber bi Qada Deriyê Çiyê ve meşiya. Li qadê bi sedan kedkar li ber def û zirneyê dîlanê girtin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment