Saturday, November 28, 2009

GORÊN KOMÎ LI KURDISTANÊ

GORÊN KOMÎ LI KURDISTANÊ

Bûyera 22yê Gulana 1994an li navçeya Amedê Licê, li gundikê Cêmarê yê ser bi gundê Entaxê qewimî, derket holê ku bi destê Tugaya Komando ya Çiyê ya Boluyê pêk hatiye.

Tevî Fermandariya Cendermeyan a Licê û cerdevanan eskerên bi ser tugayê ve bi ser gundik de girtin.

Di serdegirtinê de gundikê 80 xaneyî hate şewitandin û gelek gundî jî hatin binçavkirin.

Ji wê demê û şûn ve ji 8 gundiyên hatin binçavkirin ti agahî nehat bidestxistin.

Piştî lêkolînan, derket holê ku gundî bi gulleyan hatine kuştin, paşê hatine şewitandin û li cihekî nayê zanîn hatine veşartin.

Hewldanên malbatan di sala 2003'an de gihîşte encama xwe ya pêşî.

Bi hewldana ÎHD'ê gora komî ya cenazeyên gundiyan têde, li navçeya Amedê Pasûrê nêzî gundikê Duzpelît ê ser bi gundê Baxcilarê ve hat dîtin.

Di testên DNA'yê yên sala 2006'an de derket holê ku hestî yên Ali, Ekrem û Ramazan Bulut, Hasan û Mehmet Selim Örhan in.

Piştî ku mijarê di çapemeniyê de jî cih girt, R.A'yê şahidiya bûyerê kirî, serî li şaxê ÎHDê yê Amedê da.

R.A. îfade da dozgerê xwedî erkên taybet ê dozgeriya Amedê, û got, ew û sê kesên din di dema bûyerê de hatibûn binçavkirin, birine dibistana destpêkê ya qişleyî.

Li gorî R.A. şevekê ji nava wan hin kes hatine neqandin.

Ew birine odeyeke li kêlekê û li wir cil û bergên gerîla li wan kirine.

Gundiyê bi navê Cezayî, keysa xwe lê anî û bi R.A. re peyivî.

Cezayîr ji R.A' re xwest ya ku wê bê serê wan bi van gotinan bibêeje: Sibe wê me bibin çiyê û dîmenên me bigirin. eger te berdin, agahiya malbata min pê bixe"

R.A. got, roja din sibehî dema şiyar bû pê hisiya ku ev kes birine.

Li aliyê din beriya demeke kurt derketibû holê ku rayedarên dewleta tirk hestiyên 5 ferdên malbatên Bulut û Örhan wenda kiribûn û li ser vê yekê jî ÎHDê giliyê berpirsiyaran kiribû.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment