Sunday, November 29, 2009

‘Şertên vegerê çênebûne’



29/11/2009

Endamê Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ya Mexmûrê Nîzar Buldan, diyar kir ku ji bo gelê Mexmûrê karibe vegere Tirkiyeyê divê berî her tiştî daxwazên gelê Mexmûrê bi cih bên.
Malbata Nîzar Buldan di sala 1994’an de ji ber zext û zordariya dewleta tirk ji Geverê çûn başûrê Kurdistanê. Li wir jî zext û zordarî bi dawî nebûn. Hê jî zext û zordariya desthilatdaran didome. Buldan, der barê pergala jiyana Wargeha Mexmûrê wiha vegot: “Li gorî min di cîhanê de pergala jiyanê ya demokratîk û mînak Mexmûr e. Dibe ku nav kampa penaberan e, lê standartê wê yê demokrasiyê di asta herî jor de ye. Jiyanek demokratîk û komunal heye. Pergala demokratîk ji hemû cîhanê re mînak e. Meclîsa gel heye. Tax û semt heye. Her kes nûnerê xwe li tax û semta xwe hildibijêre. Meclîsa Taxê heye. Meclîsa giştî jî heye. Meclîsa Gel navenda biryarê ye. Nûnerên şaredariyê hene. Nûnerê çapemenî, çand û dibistanê heye. Hemû saziyên li wargehê hene nûnertiya wan di meclîse de heye. Vîna her kesî esas tê girtin. Pergalek herî demokratîk û komunal hatiye rûniştandin.”
Buldan, der barê armanca hatina wan a ji Mexmûrê got ku şert û mercên çûna wan a beriya 15 salan û niha pir cuda ye. Buldan, axaftina xwe wiha domand: “Di 15 salan de hin tişt hatin guhertin. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku got li Tirkiyeyê siyaset xitimiye, me jî xwe amade kir û biryar da. Ji ber ku li Tirkiyeyê siyaset pir teng tê meşandin. Êdî ji ber siyaseta Tirkiyeyê xitimîbû û piraniya Tirkiyeyê aştî dixwest pêdivî bi pêngavek bi vî rengî hebû. Derketina ji tirsa şer û hatina bi heviyên aştiyê tiştên pir pir cuda ne. Ev yek pir keyfxweşiyê dide mirov. Em hêvîdarin ku ew heviyên ku em pê hatine û daxwazên ku me dabûn pêşiya xwe dê bi cih werin. Ji bo vê yekê jî em dê di nava hewildanan de bin. Em di zanebûn û giraniya hatina xwe û armanca xwe de ne. Ji bo civaka Tirkiye û Kurdistanê çi bikeve ser milê me, bi taybetî ji bo gelê Mêxmurê çi têkeve ser milê me em dê bikin.
Buldan, der barê banga hikûmetê ya ji bo vegera Mexmûrê wiha got: “Gelek caran hikûmet û derdorên hikumetê bang dikin û dibêjin bila Wargeha Mexmûrê bê Tirkiyeyê. Başe bila vegere, lê dê çawa vegere? Binesaziyek çawa amade kiriye ji bo vegerê? Dê bibe bersiva daxwaza gelê Mexmûrê? Bi hezaran welatiyên ku bi zorê ji gund û warên xwe dûr ketin dê çawa werin? Pirsgirêka herî mezin xwendekarên wir in. Tev xwendekarên zanîngehê 5 hezar xwendekarên Mexmûrê hene Tirkiyeyê ji bo vê yekê çi bingeh ava kiriye? Di makezagonan de çi guhertin çêkiriye? Gelo dê karibe daxwazên xwendekaran û welatiyên Mexmûrê bi cih bîne. Piştî ku welatiyên Mexmûrê hatin dê karibe pirsgirêkên wan li vir çareser bikin? Ev bangawaziyên ku têne kirin ji rastiyê dûr in. Ji ber ku heta niha di warê vegerê te tu bingeh nehatiye avakirin. Divê ji bo hemû xwendekaran di warê qanûnî de guhertin çêbibe. Ger ku derfetên xwendina kurdî tune be. Dê ew xwendekar çawa vegerin. Welatiyên Mexmûrê kes bi tirkî nizane. Ger ku wisa be dê çawa xwendina xwe li vir dom bike? Divê qanûn bê guhertin. Tenê bi bangê pirsgirêk çareser nabin. Ji ber ku tiştekî hatiye guhertin tune. Li Mexmurê pergalek pir demokratîk heye. Perwerdehiya xwe dibîne. Xwe bi rêxistin dike. Divê derfetên wekî pergala Mexmûrê bêne amadekirin. Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay dibêje ji bo vegera Maxmûrê em amadekarî dikin. Gelo çend zagon guhertine. Gelo çiqas bingeh ava kiriye. Li aliyê din kesên ku çûn ji her malê windayekî wan heye, Kesekî wan hatiye kuştin. Divê vegerek bi rûmet be. Divê daxwazên wan bi cih werin. Divê pirsgirekên wan bê çareser kirin. Ji ber vê yekê jî divê berî her tiştî di warê zagonî de guhertin çêbibin.” AMED (DÎHA)

No comments:

Post a Comment