Saturday, November 28, 2009

Kemal Seydo li ser raporta Human Rights Watch peyivî



27/11/2009

[insert caption here]Kemal Seydo, serokê beşa Rojilata Naverast ya Komela Gelên di bin geffê da di hevpeyvînekê de jibo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka li ser raporta Human Rights Watch peyivî.Raporteka Human Rights Watch (Zêrevanîya Mafên Mirovan) ku duhî li 26ê meha 11 derçûye behsê şikandina mafên mirovan dike li Surîyê, bi taybetî li ser Kurdan.



Rêzdar Seydo dibêjît gelek Kurdên li diasporayê, li derveyî welêt pêywendî bi rêxistinan re hene weku bi HRW, bi Amnesty International an jî bi rêxistina me re û herwisa teknîk gelekî bi pêş ketîye, em di dema serdemê înternetê de ne, Kurdên Surîya, bi me re bi rêyên telefon û e-mailê di peywendîyê de ne ji ber wê yekê jî dema ku zêdegavî li ser mafên Kurdan tê kirin ev rêxistin têne agahdar kirin ku derfet çêdibe da ku raportên bi vî awayî bêne nivîsîn.

Birêz Seydo dibêje jiber ku li Surîya desthilatdarîyeke otorîter û zordest heye zêdegavî li ser gelek kêmanîyan tê kirin.



Jibo bandora raportên bi vî awayî jî rêzdar Seydo dibêje gelek girîng e ku balyozxanêyên welatên rojava, rêxistinên mafên mirovan ji zêdegavîyan yekser agahdar dibin jiber ku dema alem pê dihisse îhtîmala îşkencê hindiktir dibê li ser wan. Wek mînak girtina Meşel Temo, piştî ku dinya pê hissîya hikumeta Sûrî girtina wî qebul kir.


© VOA

No comments:

Post a Comment