Sunday, November 29, 2009

Li nexweşxaneya zarok ji ber teşhîsa xelet mir bijîşkê zarokan tune ye

Li nexweşxaneya zarok ji ber teşhîsa xelet mir bijîşkê zarokan tune ye
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ku bi boneya teşhîsa xelet zarokeke jiyana xwe ji dest da, derkete holê ku bijîşkên zarokan tune ye. Malbatan daxuyand ku zarokên wan li beşa lezgîniyê cardin paşve tên şandin û nayên tedawî kirin. Serbijîşkên nexweşxaneyê Cesîm Guneş diyar kir ku ligel Wezareta Tenduristiyê pêwistiyê dizane jî bijîşk naşîne.

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê du roj berî niha bi mirina zaroka yek salî Narînê hate rojevê. Dayîk û bavê Narînê, Fatma û Abdurrezak Kalkan daxuyandin ku keça wan ji ber teşhîsa xelet jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê bûyerê jî malbatên zarokên xwe dibin Beşa Nexweşiyên Zarokan û Welidînê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê bi boneya bijîşkên zarokan tune ye, li berşa lezgîniyê tedawiyek li ser piya tê kirin û malbat paşve tên şandin. Bi taybetî malbatên zarokên xwe bi boneya nexweşiyên têger tînin bi tevahî dişînin beşên lezgîniyê ya nexweşxaneyê û malên tenduristiyê. Li ber deriyê malên tenduristiyê û beşên lezgîniyê yên nexweşxaneyan jî malbat di dorê de perîşan dibin. Malbat ji pêkanînan nerazî ne û rayedarên nexweşxaneyê jî îdîa dikin ku bijîşk naxwazin bên bajar.

'Nexweş perîşan mane'

Metîn Ozturk ku zaroka wî nû ji dayîk bûye û ji ber nerihetiya wê aniye nexweşxaneyê, anî ziman ku ji ber tunebûna bijîşkek pispor nikare zaroka xwe tedawî bike û wiha axivî: "Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e me nikarin bibin nexweşxaneyên taybet jî. Min zaroka xwe bir nexweşxaneyê. Lê ji ber tunebûna bijîşk wan ji min re got an here acilê an jî here malek tenduristiyê. Gelek zarokên bi boneya şewba berazan tên şandin, nayên tedawî kirin. Dewlet bajarekê wiha perîşan dihêle? Lazim e ji vê yekê re çareyek bê peydakirin." Hacer Karasu ku zaroka xwe ji ber kelijandina bilind razand nexweşxaneyê derbirî ku ji ber tunebûna bijîşkê pispor ew şandine beşa lezgîniyê. Zarokê min hêj nexweş e û lazim e ji bo vê yek ê çareyek bê peyda kirin. Veynep Voral jî da zanîn ku ne ew ne zarokê wê ji ber tunebûna doxtorên pispor nayên tedawîkirin.

Serbijîşk Wezareta Tenduristiyê berpirsyar nîşan da

Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê Cesîm Guneş diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê hewceyiya bijîşkan a nexweşxaneyê dizane û ligel vê yekê hêj bijîşk neşandiye. Guneş wiha got: "Bijîşk jî şert û mercên nexweşxaneyê begem nakin. Yên tên jî di demek kin de tayîna xwe dixwazin. Zarok ji xwe tedawiya wan zehmet e. Di rewşek nexweşiya şewba berazan jî heyî de, ji ber ku bijîşk tune ye, tedawiya wan nayê kirin. Ji ber ku doxtorên ji ber leşkeriyê îstîfaya xwe dane hêj wekî dixebitin xuya dikin, Wezareta Tenduristiyê bijîşk naşîne."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment