Thursday, November 26, 2009

Şideta li ser jinê li Mexmurê hate şermezarkirin

Şideta li ser jinê li Mexmurê hate şermezarkirin
Bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Hevgiriyê û Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberi Jinê ya Navneteweyî jinên penaber ên li Mexmurê mitingek li darxistin.

Jinên li Mexmûrê bi boney a 25'ê Mijdarê Roja Hevgiriyê û Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberi Jinê ya Navneteweyî mitingek li darxistin. Di mitingê de bi sedan jinên mexmurî û her wiha hemû xwendevanên Mexmurê amade bûn. Mitingê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, dest pê kir. Piştre Seroka Meclisa Gel Nuran Sezgin axaftinek kir û got: "Divê hemû jin ji bo azadiya xwe têbikoşin û bizanin ku em ne namûsa tu kesî ne namusa me tenê azadiya me ye."

Azadiya jinê jî azadiyê civakê ye

Sezgîn di berdewama axaftina xwe de jî got ku divê hemû kes bizane azadiya jinê azadiya civakê û azadiya hemû hîmên bingehîn ên mirovahiyê ye. Sezgin balkişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Di cîhanê de kesên herî zêde jinê diparêze û maf dide jinê Rêber Apo ye û ji bo rizgariya gelê kurd û rizgariya hemû gelên bindest têdikoşe. Em wekî jinên li Mexmurê tecrîta li ser rêberê me dimeşînin bi tundî şermezar dikin." Li ser mijarê Sezgîn anî ziman ku operasyonên dewleta tirk ên li hemberî kurdan berdewam dikin û ev tişt gotin: "Deweta tirk dibêje em demokrasiyê dixwazin û em naxwazin êdî dayîk bigirîn. Lê li aliyê din bi operasyonan dibe se dema girîna dayîkana."

Jinan diyar kir ku dê bi rêxistinbûna xwe bigihin mafên xwe û ji bo vê yekê dê têkoşîna xwe zêde bikin. Jinan cezayê îdamê yên ji hêla Îranê ve li jina kurd Zeynep Celaliyan hatiye birîn jî bi tundî rûreş kir. Jinan mitînga xwe bi sloganên, "Bijî Serok Apo” û "Jin jiyane jiyanê nekuje” bi dawî kir.

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment