Wednesday, November 25, 2009

Di roja 27'an de piştgiriya mezin


25/11/2009

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PYD'ê yên li girtîgeha girtîgeha Edra Şamê kete roja 27’an.
Tevî ku berxwedana girtiyên ji doza PKK'ê û PYD'ê kete roja 27’an jî dewleta Sûriyeyê xwe li daxwazên kurdan ker dike.
Bi ser de jî betirpêr KCK Rojavayê ragihand ku Dadgeha Dewletê ya Şamê cezayên 5 girtiyên PYD’ê ji ber ku tevlî greva birçîbûnê bûne zêdetir kiriye.

Ji Oldenburgê piştgirî
Li aliyê din çalakiyên piştgiriyê jî dewam dikin. Li bajarê Oldenburga Almanyayê jî bi şiara 'em bi we re ne' pêr greva birçîbûnê hat lidarxistin. Rewşenbîrên kurd bi çalakiyê de gotin 'Girtiyên azadiyê yên li girtîgeha Edrayê, em bi we re ne.” Der barê mijarê de komîteyên amadekar ên çalakiyan banga hestiyariyê li kurdistaniyan kir û xwest ku dengê xwe li dijî zextên dewleta Sûriyeyê bilindtir bikin. OLDENBURG

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment