Friday, November 27, 2009

Li Almanyayê rojên fîlmên kurdî


27/11/2009

Li bajarê Frankfurt û Ingolstadtê yên Almanyayê 4’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî dest pê kir. Di çarçoveya rojên fîlmên kurdî de li her du bajaran jî mîhrîcanê di heman rojê de dest pê bike û fîlmên ku xelat wergirtine jî bên nîşandan.
4’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Frankfurtê duh dest pê kir û dê heta 29’ê mijdarê bidome. Mîhrîcana ku yekem car li bajarê Ingolstadtê bê lidarxistin dê heman rojê dest pê bike û 28’ê mijdarê bi dawî bibe. Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyaya Frankfurtê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê tê organîzekirin. Mîhrîcan dê bi nîşandana fîlmê derhênerê kurd Bahman Ghobadî yê bi navê ‘Kes behsa pisîkên Îranê nake’ (No one knows about Persian Cats) ku di mîhrîcana Cannesê de xelat girtibû ve dest pê bike.
Di roja duyemîn ya mîhrîcanê de fîlmê Halîl Uysal ê bi navê “Fêrmiskên Ava Zê” û fîlmên “Sirta La Gal Ba - Whisper With the Wind” û “Close Up Kurdistan” bên nîşandan.
Di roja sêyemîn de fîlmên wekî “Hoppet”, “Tembûr”, “David und Leyla”, “Ein Augenblick Freiheit”, “Rê” (Yol), û roja çaremîn jî fîlmên wekî “David der Tolhildan”, “Sozdar” û “Dol” bên nîşandan. Rojên fîlmên kurdî dê 29’ê mijdarê lidarxistina bernameya muzîkê bi dawî bibe.
Her wiha derhênerê fîlmê "Close Up Kurdistan” Yuksel Yavuz, derhênerê fîlmê "Ein Augenblick Freiheit" Arash Riahi û lîstikvanê fîlmê Navid Akhaven, derhênerê fîlmê "David der Tolhildan" Mano Xhalîl û derhênera belgefîlmê "Sozdar" Anne Wietsma dê beşdarî 4’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bibin.
Mîhrîcana ku yekem car li bajarê Ingolstadtê bê lidarxistin ji aliyê Akademiya Tîgrîs û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve tê organîzekirin. Di bernameya mîhrîcana ku duhê destpê kir de ji bo roja yekem fîlmên wekî "Tembûr" û "Halfmoon - Niweman" cih digirin. Fîlmên ku di çarçoveya mîhrîcanê de bên nîşandan yên din ev in; "Schatten und Wind", "Ayetên Bedenan ", "Erinnerungen an Ronahi", "David der Tolhildan", "About Ugur Kaymaz", "Çûyîn", "Reifen - Lastik", "Sozdar", "Aşinme", "Kilamek jibo Zagros", "Şin" û "Ein Augenblick Freiheit" bên nîşandan.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment