Tuesday, November 24, 2009

ÊRÎŞA NIJADPEREST YA LI DIJÎ DTP'Ê

ÊRÎŞA NIJADPEREST YA LI DIJÎ DTP'Ê

Rayedar û siyasetmedarên tirk hedef nîşan didin û nijadperest û polîs jî êrîşê DTP'iyan dikin.

Ew rayedar û siyasetmedar dûre jî derdikevin, bi sûcdarkirina DTP'ê, hewl didin êrîşan rewşa nîşan bibin.

Serokwezîrê tirk jî li êrîşkaran xwedî derket.

Komên nijadperest ên tirk li ser hedef-nîşandana rayedar û siyasetmedarên tirk, pêr li Îzmîrê êrîşî karwanê DTPê kir.

Polîsan jî çavên xwe li êrîşê girt, û bêhtirî 20 kesan birîndar bûn.

Hev-serokê DTP'ê Ahmet Turk êrîş bi zimanekî tûnd şermezar kir û got, êrîşa li dijî wan pîlankirî bû.

Ahmet Turk, ji ber êrîşan, rayedar û siyasetmedarên tirk hişyar kirin û got: 'Yên êrîşên li dijî me organîze dikin, wê sibe li herêmên din çawa karibin rehet bigerin.

Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan jî, weke gotina pêşiyan 'hem dize hem topiz e' tevgeriya û berê xwe da DTP'ê.

Erdogan êrîşa li dijî DTP'iyan, rewa nîşan da û bi van gotinan jî xwedî li êrîşkaran derket: 'Helbet di ser otobusa partiyekê û konvoya wê de, alên rêxistina terorîst û posterên serokê terorîstan hebin, wê ti kes bi başî li tiştekî wisa nenêre'.

Nerazîbûneke din a ji êrîşan jî, ji Berdevka Çapemeniyê ya DTP'ê Aysel Tûglûk hat.

Tûglûk bi bîr xist ku piştî Sakarya, Eskîşehîr û Antalyayê, li Îzmîra qaşo demokrat jî rastî êrîşan hatine û got: 'Eger sibe du-sibe kurd jî, nehûlin ti kes bikeve Amedê wê çi bibe?

© Roj TV

No comments:

Post a Comment