Thursday, November 26, 2009

32. SALA AZADIYA PKK'Ê

HPG'ê jî diyar kir ku bi avakirina PKK'ê, di jiyana li Kurdistanê de, guhertinên civakî û çandî yên ti kesî xeyal nedikir pêk hatin. HPG'ê anî ziman ku PKK li hemberî hemû hêzên paşverû yên şaristaniyê, bû hêza parastina rewa.
32. SALA AZADIYA PKK'Ê

HPG'ê jî diyar kir ku bi avakirina PKK'ê, di jiyana li Kurdistanê de, guhertinên civakî û çandî yên ti kesî xeyal nedikir pêk hatin.

HPG'ê anî ziman ku PKK li hemberî hemû hêzên paşverû yên şaristaniyê, bû hêza parastina rewa.

HPG'ê bi bîr xist ku sîstemên serdest, 31 salin digel rêbaza klasîk de israr kirine, nekarîne encam bi dest bixin.

HPG'ê êrîşên li dijî DTP'ê, pêşniyara CHP'ê ya komkujiyê, zextên li Başûr-Rojavayê Kurdistan û Îranê jî di vê çarçoveyê de nirxandin û dijwartirkirina şert û mercên Ocalan jî, wekî dewama êrîşên din nirxand.

HPG'ê ev êrîş, wekî pêkanînên li dijî azadî û îradeya gelê kurd bi nav kirin û helwesta xwe ya li hemberî van jî wiha anî ziman:

"Li hemberî konsepta bi hevkariya mêtîngeran û xayinan tê meşandin, ji bilî berxwedanê û qezenckirinê ti rêyeke din nîne. Ev têkoşîn jî wê heta Rêber û gelê me azad bibe, dewam bike. Gerîlayê ala berxwedanê bi awayekî bi rûmet gihand roja me ya îro, wê ji niha û pê ve jî, wekî pêwistiya dilsoziya bi deh hezaran şehîdan re, bi pêş bixe."

YJA STAR: 'PKK TEVGEREKE WISA GERDÛNÎ YE KU HERKES DIKARE WÊ WEKE YA XWE BIBÎNE

YJA-STAR jî diyar kir ku PKK, bi naveroka xwe ya demokratîk, bûye tevgereke gerdûnî, ya ku her cins, her gel, ciwan, jin û zarok bibêjin ya min e.

YJA-STAR'ê di 32'mîn salvegerê de, awayê ku PKK were pêşwazîkirin jî, bi van gotinan anî ziman:

"Gelê me bi guhdana bangên Rêber APO yê ku li Îmraliyê şertên jiyana wî roj bi roj tên dijwartir kirin, divê rêxistinî, xweparastin û çalakvaniya xwe bigihîne radeya herî bilind."

YJA-STAR'ê bal kişand ser pêwistiya berpirsyariyên xwe jî û got:

"Em weke gel û jinên kurd ên ku bi saya PKK'ê, diaxivin, vedijîn, dibin îrade û herwiha xwedî nasname, em sond dixwin ku emê cehwera PKKê dîsa weke adres nîşanî mirovahiyê bidin."

© ROJ TV

No comments:

Post a Comment