Sunday, November 29, 2009

‘DIVÊ EV PEKANÎN NEYÊN QEBÛLKIRIN’

29/11/2009

Piştî parêzerên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan diyar kirin ku mercên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi neqilkirina Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê re girantir bûne û tecrîda li ser Ocalan zêdetir bûye, rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî vê yekê dan. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan xwestin heyeteke serbixwe biçe Îmraliyê û diyar kirin ku ew dê têkildarî vê mijarê xebatê bidin meşandin.
Ocalan, bi riya parêzerên xwe anîbû ziman ku ew avêtine çala mirinê û xwest rêxistinên mafên mirovan û rawşenbîr û demokrat li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Li ser vê banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nûnerên rêxistinên mafên mirovan ketin nava hewldanan û xwestin ku heyetek serbixwe biçe Îmralî.

Tahrîbata fîzîkî û ruhî
Têkildarî mijarê Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî, diyar kir ku lêkolîna ku ji aliyê heyetek ne serbixwe ve pêk were ew qebûl nakin û xwest ku heyetek serbixwe biçe lêkolîn bike. Fincanci, da zanîn ku îzolasyon nayê qebûl kirin û wiha got: "Ev pêkanîn li ser Ocalan hilweşîna fîzîkî û ruhî pêk tîne. Destdanina ser azadiya kesekî bi serê xwe tecrîd û îzolasyon e. Li ser vê yekê mercên Ocalan hîn girantir bûne û tecrît hîn girantir bûye. Ev pêkanîn li dijî hiqûq û peymana navneteweyî ye. Ev yek ji aliyê tu kesî ve divê neyê qebûl kirin."

‘Bila eyetek serbixwe biçe’
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku piştî parêzerên Ocalan têkildarî rewşa muvekilên xwe agahî dan û şûnde ew dê serî li rayedar û Wezareta Dadê bidin. Turkdogan, destnîşan kir ku ev angaşt pir cîddî ne û divê di demek nêzîk de heyetek serbixwe biçe lêkolînê dest pê bike. Turkdogan wiha axivî: "Li gorî Ocalan bi riya parêzerên xwe agahî dane rewş pir cîddî ye. Pirsgirêkên mezin hene. Ev tecrîd her ku diçe girantir dibe. Her wiha cezayê dîsîplînê dane. Ev ceza keyfî ne. Wezareta Dadê rêziknameya xala 45/1'an a sohbetê li vir pêk nîne. Cezayê tecrîdê wekî rêbazekê bikar tîne. Divê teqez rêxistinên mafên mirovan heyetek serbixwe çêkin û bişînin Îmraliyê. Divê heyet biçe Ocalan muayine bike. Her wiha divê heyetek hakimê serbixwe jî biçe lêkolîn bike. Çawa ku nexweş û girtiyên din ên nexweş ji bo muaineyê sevkî nexweşxaneyan têne kirin, mafê Ocalan ê dermankirinê jî heye. Ger ku ji ber ewlehiyê nikaribin sevq bikin jî divê heyetek serbixwe biçin wî muayine bikin. Divê şert û mercên wî bêne başkirin."
Li ser mijarê Turkdogan diyar kir ku lazim e ligel CPT'ê destûr bê dayîn ku saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê jî li Îmraliyê lêkolînê bikin. Turkdogan wiha axivî: "Berî niha jî dema pirsgirêkên tenduristiyên yên Abdullah Ocalan hatîn rojevê me ji bo lêkolînê serî li Wezareta Dadê da. Bes heta niha tu bersiv nedane me. Niha kes der barê girtîgeha nû de nizane. Rayagiştî vê yekê meraq dike. Wezareta Dadê her tim dixwaze mijarê bi riya CPT'ê re çareser bike. Lê li vî welatî jî saziyên mafên mirovan hene. Divê destûr ji van re jî bê dayîn ku lêkolînê bikin."

'Dê serî li Wezaretê bidin'
Serokê Komîteya Navenî ya TTB'ê Gençay Gursoy jî anî ziman ku her tim têkildarî mijarê hişyariyan dikin û wiha pêde çû: "Angaştin parêzeran daxuyandîn gelek cidîne. Li ser vê yekê di rojên pêşde em dê xebatekê bidin destpêkirin. Ku rewşek tecrîdê girantir dike û zêdetir dike hebe lazim e di zûtirîn demê de dawî lê bê anîn. Di demek tê xwestin pirsgirêka kurd çareser bibe de tiştek wiha nayê fêkirin. Ku serlêdana parêzeran çêbibe em ji bo lêkolînê dê serlêdanê bikin. Ji bo çûyîna Îmraliyê em dê serî li Wezareta Dadê bidin."
Keskîn diyar kir ku roja Ocalan anîna Tirkiyeyê heta niha, hiqûqek taybet tê bikaranîn û wiha pêde çûn: "Ocalan ev 10 sale tenê di girtîgehek girêdayî Serfermandariya Giştî de tê girtin. Ev li dijî hiqûqa navxweyî û naventeweyî ye. Di bin navê başkirinê de îzolasyon li ser Ocalan tê meşandin. Ligel ku tê zanîn ka pêkanînek biçûk jî ya li dijî Ocalan gelê kurd çiqas eleqedar dike, dewlet lîstikek bi talûke dilîze. Ligel vê yekê êrîşên li Îzmîr û Çanakkaleyê tên wateya kûrkirina van polîtîkayên zordariya li ser kurdan. Serfermandariya Giştî jî di nav vê lîstika bi talûke de ye." Keskîn diyar kir ku lazim e saziyên mafên mirovan û civakî bi armanca astengkirina vê lîstika bi talûka bikevin nav hewldanê. STENBOL

‘AKP bi agir dilîze'
CÎGIRÊ Serokê DTP’a Amedê Cafer Kan der barê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bertek nîşanda û got: “Gelê kurd dibêje dest bi hin nirxên min nedin. Birêz Ocalan ji wan xetên sor ên kurdan e. Dêstdirêj kirina van xetên sor tê wateya qiyametê. AKP’ê bi agir dilîze. Ev pêkanînên li hemberî Rêberê Gelê Kurd provakasyon in. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe em pêkanînên bi vî rengî bi tundî şermezar dikin.”
DTP’a Amedê der barê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û qedexekirina pîrozkirina mîhrîcana Fîsê ji aliyê Walîtiya Amedê ve şermezar kir û li ber avahiya DTP’a Amedê daxuyaniyeke girseyî da. Ji aliyê girseyê ve alên PKK’ê hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.

‘Bila kes me necerîbîne’
Cigirê Serokê rêxistina DTP’ Amedê Cafer Kan diyar kir ku îradeya gelê kurd li 6 metrekareyî hilnayê. Kan qedexekirina Mîhrîcana Fîsê şermezar kir û ev yek şiband pêkanînên salên 80’yî û got: “Walîtî mîhrîcana Fîsê qedexe kirin lê ger ku me bixwesta me dikarî bû bê destûr jî pîroz bikira lê divê kes îradeya me necerîbinin. Hûnê bi xisar derkevin. Ev pêkanînên dewletê dişîbe ên salên 80’î.” Cafer Kan der barê giran kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bertek nîşanda û got: “Gelê kurd dibêje dest hin nirxên min nedin birêz Ocalan ji wan xetên sor ên kurdan e. Dêst dirêj kirina ev xetên sor tê wateya kiyametê.” Kan AKP’ê hişyar kir û got: “ AKP’ê bi agir dilîze. Ev pêkanînê li hemberî Rêberê Gelê Kurd provakasyonê. Divê her kes hişê xwe bide serê xwe em pêkanînê bi wî rengî bi tundî şermezar dikin.” AMED

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment