Friday, November 27, 2009

Gabar: Rojhilatê Kurdistanê ji PKK’ê hêvîdar e


27/11/2009

Endamê Komîteya Siyasî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Biryar Gabar anî ziman ku PKK’ê hedefeke ji bo Kurdistaneke xweser daniye pêşiya xwe û ji çar aliyê Kurdistanê, kurdên ji olên cûda û zaravayên cûda bi kar tînin bi awayekî xurt bi vê hedefê ve girêdayî ne. Gabar, bandora ku PKK’ê li rojhilata Kurdistanê kiriye û guherînên ku bi PKK’ê re derketine holê vegotin.
Biryar Gabar, diyar kir ku ew 31’emîn salvegera vejîna PKK’ê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şehîdên azadiyê de li gelê kurd pîroz dike û wiha axivî: “Di vê qonaxa ku em gîştinê de de rastiyekê girîng ev e ku êdî gelê kurd û PKK bûye wekî goşt û neynûk. Divê ku PKK tenê wekî tevgerekê siyasî neyê nirxandin.” Gabar dest nîşan kir ku dema mirov ji derve de li Kurdistanê dinêre, rewşa Kurdistanê bi zelalî nabîne û wiha pê de çû: “Bi peymana Qesr-î Şirin û piştre jî peymana Lozanê kurd ne tenê bi erdnîgarî, bi rûhî û çandî jî hatine parçekirin.”

‘PKK’ê ferqa xwe nîşan da’
Gabar derbirî ku partiyên kurdan ên berê ji ber nêrîn û armancên xwe yên teng bi ser neketine û wiha lê zêde kir: “Dema ku mirov li partiyên kurdan ên berê dinêre, dibîne ku di armanca wan de tengiyek heye. Di hedefa wan de tenê xalekê yan jî parçeyeke biçûk heye. An di bin bandoreka mezhebekê de mane, yan jî di bin bandora parçeyekê de mane.” Gabar anî ziman ku PKK’ê ferqa xwe ya ji partiyên din bi pratîka xwe derxistiye holê.
Endamê Komîteya Siyasî ya KCK’ê Gabar bal kişand ser mezinbûn û girîngiya rojhilata Kurdistanê jî û wiha got: “Di sedsala 20’em de sê caran ji bo rizgariya Kurdistanê serî hildane. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi pêşengiya Simkoyê Şikakî serhildaneke pêk hatiye. Mirov dikare bêje ku ev serhildan di heman demê li dijî peymana Lozanê ye jî. Dîsa Komara Kurd a Mahabadê tê zanîn. Di sala 1979’an de kurd ji bo mafên xwe bi dest bixin di Şoreşa Îslamê ya Îranê de jî de cih girtine. ”

‘Ji bo ziman jî dewlemend e’
Biryar Gabar bi lêv kir ku dewleta Îranê li ser gelê kurd polîtîkayên olî yên mezin meşandiye û wiha axivî: “Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê ol, mezheb û zaravayên kurdî de jî parçeya herî dewlemend e. Rojhilata welat, bi du awayan dihat bi rê ve birin. Li rojavayê Kurdistanê, di nav kurdan de yekîtiyekê tunebû. Em dikarin bêjin ku beriya Komara Îslamê ya Îranê, bi taybetî jî ji ber cûdahiya zaravayan jî parçebûneke mezin hebû. Dîsa piştî komara îslamê, parçebûnekê mezhebî pêk tê.”
1999 mîlad e’
Endamê Komîteya Siyasî ya KCK’ê Gabar, bal kişand ser bûyerên piştî girtîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dikarin sala 1999’an wekî mîladekê binirxînin. Bingehekê rêxistinî tune bû lê gelê kurd bi pêngavekê dîrokî bi girseyî li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo derketiye û serî hildaye. Protestoyên ku pêk hatine û bûyerên piştre hatine jiyîn, têkiliyên gelê rojhilata Kurdistanê û PKK’ê xurtir kirin. Ev têkilî bi tevlibûna ciwanan a refên azadiyê û damezirandina PJAK’ê, rihekî nû ya berxwedanê û kevneşopiyeke têkoşînê ya nû afirand...”

© Azadiya Welat


No comments:

Post a Comment