Thursday, November 26, 2009

Li ser sêdara îdamê



26/11/2009

“Her şev stêrkekê ber bijêr dikişînin
Û ew esman pir e ji stêrkan
Silav heval, çawa te bînim ber çavên xwe? Bi çi tawanekê te bînim ber çavan? Ciwanekî zeîf li ser sêdareya îdamê ku bi hilhatina kulîlkên (tîrêjên) rojê dikene? An zarokekî pêxas ji taxa jêrîna bajêr ku dixwest ji bo sifreya betal a gelê xwe mizgîna înana nan be.
Çawa te bînim ber çavan? Ciwanek ji cinsê tamkerên azadiyê, ji taxa jurîna bajêr ku alfabêya zehmet û mezlûmiyetê dersa mekteb û xwendingeha jiyana wan e. Bi rastî min ji bîr kiribû ku di bajarê min û te de, jêr û jor û serî tuneye, çar kenarên wê zehmetî û êş in.
Dixwazim di xeyalên xwe de te bînim pêş çavên xwe, di koma '' Siyamend'' de ku cilên bûkiniyê li xwe kirine da biçe xenêrêja bûka azadiyê. Çawa? Çawa te bînim pêş çavên xwe? Bi cil û bergê ciwanekî, ku riya Şahoyê(1) girtiyê pêşberî xwe, da ji hundirê daristanên şewitiyên berûya bigehîje karwanekê ku rêwitiya wan ber bi welatê rojê ye?
Lê yek ji wan tiştên ku min got tawan nîn e, lê dizanim ''parçeyek ji wî gelîbûn pir tal e, û bazdana ji wê yekê namerdiye''...(2)
Û bersiva te li hember bazdan û namerdiyê ''NE'' bû, ji bo ku serfiraz bimînî, te berê xwe da sêdarê.
Heval bi aramî razê...
Ku mirina stêrkan mizgîna hilhatina rojê ye û şiroveya xewna sêdareyan, ku her şev li welatê me xewna mirinê dibîne, ji dayikbûna zarokekê ye ku li qontara çiyayê Zagrosan ji bo serhildan û isyanê ji dayik dibe.
Bi aramî û xerîbî laşê xwe bispêre xewê, paşila axê ji bo paşerojên şînahî û herikînê maç bike.
Bê layelayên dayika xwe, bê xatirxwestin ji xwîşk û bê hêsirên babê xwe, li xaka welatekê de ku çendîn Ibrahîm, Nadir û Kiyumersan bi emanet di paşila xwe de helgirtiye, aram be.
Tenê bêje heval...bêje dixwazim bibihîzim, dema ku dengê pê û êşê tevlihev bû çi li ser zarê te bû?
Dixwazim hîn bibim, kîjan şiîr, kîjan sirûd, kîjan awaz û kîjan navî bînim ziman da çokên min nelerizin.
Bêje dixwazim bizanim, da dema ku li paş xwe dinêrim, dilê min nelerize...
Riya te
vekirî be heval.
*Girtîgeha Êvîn

TÊBÎNÎ:
1. Armanc çiyayê Şahoye.
2. Gotineka rêzdar Abdullah Ocalan.
Wergerandin ji Farisî: Dêrsim OREMAR

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment