Friday, November 27, 2009

Êrîşên li dijî kurdan zêde bûn


27/11/2009

Êrişa lîncê ya li dijî kurdan li bajarê qaşo hemdem a Îzmîra Tirkiyeyê pêk hat. Di nav 4 salên dawî de bi zêrandin û gijkirina AKP, CHP û MHP'ê bi kêmanî 39 êrîşên lîncê li dij kurdan pêk hatiye.
Ji hikûmetê heta qaşo ‘çepgirên’ tirk êrîşên nijadperestên tirk ên Îzmîrê yên li dijî kurdan wek hesasyeta gel destnîşan kirin. Lê di van êrîşên wisan de nijadperestên tirk qesta can, mal, wesayît, cihên kar yê kurdan dikin û hewl didin ku wan ji cih û warên wan bikin.
Piştî êrîşa faşistî û nijadperestên Îzmîrê ya li dijî kurdan Serokwezîrê Tirk Erdogan û payedarên din ên hikûmetê êrîşkaran pîr û pak nîşandan û sûc kirin stûyê DTP’ê. Ligel şerê giran û berfireh ê li Kurdistanê dîmenên wisa li rû nedaye. Lê di dema desthilatiya hikûmeta AKP’ê de li bajarên tirkan êrîşên lîncê ya li dijî kurdan rû dan û zêde debe. Erdoganê ku DTP'ê sûcdar dike di sala 2008’an de jî kesê bi çeka bi pompe êrîşi kurdan kiribû parastibû. Erdogan ji bo wê êrîşkarî digot ‘welatî mafê xwe yê mudaxeleyê bikar aniye.’
Di sala 2005’an de jî li navçeya Bozuyuk a Bursayê kurd rastî lîncê hatin û bi sedan birîndar bûn. Wezîdê Dadê yê demê Cemîl Çîçek vê êrişê wek mafê bertekê yê welatiyan destnîşan kir. Par di sedana DTP'ê ya Hatayê de şaredarê bajêr dirûşma nijadperest ya ‘an hez bike an bicehime’ li ser bîlbortan daliqand. Lê ne hikûmet û ne jî dadgehê ji bo vê tiştek got. Piştî bajarên êrişkar ên wek Bursa, Sakaryayê li Îzmîrê jî propagandaya bi kurdan re dan û satandinên bazirganiyê nekin bilind dibe.
Encama êrîşên lîncê ku bi ji aliyê payedarên hikûmetê ve tê zêdandin derketiya asteke pir bi fikar. Di nav 4 salên dawî de hejmara êrîşên lîncê ku haya rayagiştî jê çêbûye 39’in.

Êrîş bi organîze ne
Êrîşên li dijî kurdan hemû bi awayeke plankirî pêk hatine. Di nav 4 salên dawî de êrîşên lîncê ku bi zêrandin û gijkirina hikûmeta AKP’ê, CHP û MHP'ê pêk haine ev in:
3 Li Trabzonê roja 6’ê nîsana 2005'an de li dijî TAYAD'ê êrîşa lînçê pêk hat.
3 Di 10’ê nîsana 2005'an de piştî 4 endamên TAYAD'ê hatin girtin TAYAD’ên ku xwestin daxuyaniyê bidin careke din rastî lîncê hatin.
3 Di 12’ê nîsana 2005'an de li Sakaryayê 5 endamên TAYAD'ê ku ji bo ku van bûyeran protesto bikin xwestin balavok belav bikin lê bi sedan kes êrişî wan kirin.
3 Di 21’ê tebaxa 2005'an de li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê 5 ciwanên kurd bi boneya endamên PKK’ê ne xwestin lînç bikin.
3 Di 6’ê îlona 2005'an de wesayîtên ku xwestin biçin mîtînga Gemlîkê û hikûmet destûr neda li Bozuyuka Bursayê rastî êrîşên fişîstan hatin.
3 Di 10’ê catmeha 2005'an de 15 endamên ESP’ê ku xwestin li Kayseriyê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin lê rastî êrîşa faşîstan hatin.
3 Roja 2’ê mijdara 2005'an de endamên TAYAD’ê li Rîzeyê rastî êrîşê hatin.
3 Roja 12’ê Kanuna 2005'an de 4 endamên Federasyona Gelên Esasî dema li Samsunê belavok belav dikir rastî lînçê hatin.
3 Roja 31’ê kanuna 2005'an 2 endamên TAYAD’ê dema li Artvînê belavok belav dikir hinekan ew dan ber daran.
3 Roja 25’ê sibata 2006'an li Îzmîtê faşîstan bi hinceta ku ciwanek ala tirk daye ber pehînan girseyê hewl da ku ew lînç bikin.
3 Roja 31’ê adara 2006’an li Sakaryayê bo ku 9 ciwanên zanîngeha Sakaryayê li cadeya Çarkê afîşên têkildarî Mahîr Çayan darve dikir 2 hezar kes êrişî wan kir.
3 Roja 8’ê nîsana 2006'an li Erzîncanê çalekvanên ku di çalekiya rûniştinê de bû rastî êrîşa faşîstan hatin û hat westin ew bên lînç kirin.
3 Roja 8’ê nîsana 2006'an de ciwanên ku xwestin li Ispartayê belavok belav bikin bi boneya ku PKK’î ne rastî lînçê hatin.
3 Roja 12’ê gulana 2006'an de endamên TAYAD’ên da Mersînê dema belavok belav dikir faşîstan êrişî wan kir.
3 Roja 21’ê gulana 2006'an li Kemalpaşaya Îzmîrê êrişê kurdan kirin. Di vê êrişê de Serokê Duyemîn ê Ulku Ocakan hat kuştin. Li ser vê kurdên navçeyê bi giştî bû hedefa faşîstên tirk ên navteyê. Li ser vê derdora 100 kurd cih û warên xwe hiştin û ji navçeyê revîn.
3 Endamên Federasyona Komaleyên Azadî û Mafên Esasî dem li gundê Kiyi ya Kirklareliyê kampê de bû roja 20’ê tirmeha 2006'an rastê êrîş alîncê hatin.
3 Roja 22’ê tebaxa 2006'an de ciwanê ku ji bo sinavê çûbû Tokatê bo ku PKK’î ye rastê êrişê hat.
3 Roja 29’ê tebaxa 2006'a karkerên kurd ên înşaatê li gundê Bozkir a Konyayê rastî lînçê hatin. Yek ji wan di deqa dawî de ji lînçê hat rizgarkirin û 25 karker jî navçeyê derketin.
3 Roja 30’ê tebaxa 2006'an de li Stenbolê di pîrozbahiya 30’ê tebaxê de 4 ciwan rastî êrîşê hatin.
3 Roja 7’ê îlona 2006’an li Akyaziya Sakaryayê karkerên findiqan li baxçekî çayxaneyê rûdinişt û MHP’î yan êrîş bir ser wan.
3 Roja 5’ê hezîrana 2007’an de du ciwanên Amedî bo ku tîşortên Ahmet Kaya li xwe kirin û rojnameya Ozgur Gundem xwendin rasî lînça 500 MHP'îyên nijadperest hatin.
3 Roja 26’ê kanûna 2007’an li Adapazarê 20 kes hatin binçavkirin. Dema polîs ev 20 kes ji bo kontrola tenduristiyê dibir nexweşxaneya Erenlerê ev kes bi êrişê re rû bi rû man.
3 Roja 8’ê çileya 2008’an de li Zanîngeha Kocatepeya Afyonê 2 xwendekarê kurd 5 seat rastî îşkenceya faşîstan hat.
3 Roja 27’ê nîsana 2008’an DTP’î li şahiya aştî û biratiyê de rastî êrîşa ulkucuyan hat û Ebubekîr Kalkan (65) ji qeyaran dil jiyana xwe ji dest da.
3 Roja 15’ê hezîrana 2008’an li navçeya Gebzeya Kocaeliyê 12 kurt li ser angaşta bi gotin jinek aciz kirine rastê linçê hatin.
3 Roja 3’yê îlona 2008’an li bajaroka Tepekoya Mersînê Tepeköy Beldesi'nde 1500 karkerên ku pirtirên wan jin û zarok ku çûbûn xoxan berhev bikin rastî êrişa welatiyên bajarokê hatin.
3 Roja 1’ê cotmeha 2008’an li bajaroka Altinovya Balikesîrê ji ber nîqaşên devkî yê ciwanan alozî dom kir 2 kest hatin kuştin. Piştî vê di navçeyêde li dijî kurdan êriş dest pê kirin.
3 Roja 2’yê cotmeha 2008’an de bi heman hincetê li bajaroka Altinovaya Ayvaliga Balikesîrê li dijî kurdan heman êriş dom kir û malek dan ber agir û wesayîtan dan ber keviran.
3 Roja 9’ê cotmehê 2008’an li bajaroka Karaçulha ya navçeya Fethiye ya Muglayê ji ber pevçûna ciwanan êriş pêk hatin.
3 Roja 6’ê mijadara 2008’an de li taxa Hidirliya Edeneyê Tekîn Erdîk (18) bo ku motorsiklet diçî û ji aliyê 3 ciwanên kurd ve hat kuştin. Kurd bi giştî rastî êrişê hatin.
3 Meha gulana 2009’an de li navçeya Akyaziya Sakaryayê bi bi rojan alozî dom kir. Piştî vê aloziyê roja 19’ê gulanê êrişê karkerên findiqan kirin û kurdek hat kuştin û 2 kurd jî bi giranî birîndar bûn.
3 Roja 15’ê cotmeha 2009’an li navçeya Arîfiyeya Sakaryayê ji ber ku Halîs Çelîk di telefonê de bi kurdî peyiviye rastî êrîşê hat.
3 Roja 25’ê cotmeha 2009’an 150 ulkucu hatin ber DTP’an bajarê Konyayê cam û deriyên avahiyê şikandin.
3 Roja 26’ê cotmeha 2009’an li bajaroka Karpuzluya Edîrneyê Umît Baran û 2 birayên xwe li bazarê ji ber ku di telefona wan de newaya kurdî wek zîlê lê dide rastê êrîşê tên.
3 Roja 13’e mijadar 2009’an de li Hayraboluya Tekîrdagê ji ber ku du kesan di nav xwe de kurdî peyivîne kurd rastî êrişê hatin û 2 kes bi giranî bigiştî 6 kes birîndar bûn. Karkeran bo ku ewlehiya canê wan nemaye ji navçeyê derketin.
3 Roja 17’ê mijdara 2009’an de ciwanê bi navê Alî Canan li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê rastî êrîşa nijadperestan hat.
3 Roja 24’ê mijdara 2009’an faşîstên neteweperest ên Îzmîrê êrîş birin ser konvoya DTP’ê û 20 kes birîndar bûn.
3 Roja 26’ê mijdara 2009’an li navçeya Bayramîça Çanakkaleyê 2 û 500 kesan êrîş birin ser kurdan û xwestin ew lînc bikin.

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment