Friday, November 27, 2009

Dewlet bi tecrîdê bersivê dide



27/11/2009


Bêtehamûliya dewleta tirk a li hemberî şanazî û kêfxweşiya gelê kurd bi pêkanîn tecrîd û êrîşên nijadperest bersiv da. Li ser navê sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Îmraliyê tecrîd hate girankirin. Hucreya ku Ocalan tê de tê hiştin hate guhertin û ew neqilkirin hucreyek 6 metrekareyî. Ocalan ku berê di hucreyeke 12 metrekareyî di hate hiştin li hemberî vê pêkanînê, bi westeya parêzerên xwe ragihand ku şert û mercên wî hatine girankirin.
Dema gelê kurd nerazîbûna xwe ya ji bo vê yekê dianî ziman; li Wanê dadgehê biryara berhevkirinê ji bo parêznameyên Ocalan da.

Serokwezîrî hedef nîşan da
Roja ku biryara berhevkirinê ji bo parêznameyên Ocalan hatiye dayîn li Îmzîrê nîjadperestan êrîşî konvoya DTP’ê kir. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li êrîşkaran xwedî derket û got ku ‘ev yek hesasiteya welatiyan nîşan dide’. Cîgirê Erdogan, Cemîl Çîçek jî DTP hedef nîşan da û vê carê jî bal kişand ser doza ji bo girtina DTP’ê di rojeva Dadgeha Makeqanûnê de ye.
Li hemberî van pêkanînan gelê kurd lêxwedîderketina xwe ya ji bo Ocalan berz kir û li aliyekî nameyên ji bo pîrozbahiya cejnê rêdikin li aliyê din li kolanê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîdê li dar dixe.

Li Amedê nerazîbûn
DTP'ê ya Amedê, bi armanca balkişandina mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek pêk anî. Ligel Parlamenterê DTP'ê yê Amedê Selahattin Demirtaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr Şaredarên Navçeyên Navendî û endam û rêveberên DTP'ê jî di navde bi hezaran kes li ber avahiya DTP'ê civiyan. Girseye li ber stran û srûdan govend gerandin û piştre bi awayekî leşkerî dest bi meşê kirin. Girsa li ber avahiya DTP'ê civiyan ji bo aştiyê kevok firandin û bi pankartên "An bi RêberApo re jiyanek azad, an jî tolhildan", "Gelê kurd di 6 metrekareyan de hilnayê", "Azadiya te azadiya me ye, Nexşeriya te rêca me, parasnameya te perspektîfa me ye" û "Hezar slav ji Rêberê Apo yê ku 27'ê Mijdarê afirandiye re" vekirin.

'Mercên Ocalan girantir bûn'
Serokê DTP'ê ya Amedê Firat Anli li ber Parka Koşuyoluyê li ser navê girseyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Anli, diyar kir ku di pêvajoya hewldanên demokratîk û çareseriya pirsgirêka kurd dihat niqaşkirin û heviyên kurdan zêdetir bû de şert û mercên Ocalan hîn girantir bûn. Anli, polîtîkayên AKP'ê rexne kir û anî ziman ku AKP gavekê pêşde 2 gavan bi paşve davêje. Anli, destnîşan kir ku ew li hemberî vê polîtîka û nêzîkatiya li dijî Ocalan bêdeng namînîn û wiha got: "Heta ku şert mercên birêz Ocalan baş nebin, heta ku nexşerê û parasnameyên birêz Ocalan neyên dayîn pirsgirêk çareser nabe. Divê van daxwazên gel pêk werin." Anli, desteserkirina bi desteserkirina parêznameyên Ocalan rewşa 12'ê îlonê dîsa zindî bûye. Anli di dewema gotinên xwe de anî ziman ku îradeya gelê kurd di 6 metrekareyan de hilnayê.

Li Wanê meşa girseyî
DTP'a Wanê jî bi armanca balkişandina ser mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza aşkerekirina nexşerê, meşek girseyî pêk anî û tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir. DTP'a Wanê, bi armanca balkişandina ser mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşek girseyî pêk anî. Di meşê de endam û rêveberên DTP'ê, Şaredara Bajaroka Sixkeyê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Rêveberê DTP'ê ya Wanê Rafet Taş li vir axaftinek kir û bal kişand ser girankirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Taş, anî ziman ku bi vê plana xapandinê ku bi destê AKP'ê tê meşandin, bi êrîşên tecrîdê re hate deşifre kirin û asta çewtiya wê datîne ber çavan. Taş, wiha axivî: "Nêzikatiya pergalê ya li dijî Birêz Ocalan ku gelê kurd bi hesas dişopîne, pêvajoyê tevlihev dike. Derket holê ku li şûna şert û mercên birêz Ocalan baş bikin, şert û mercên Ocalan girantir kirine. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin."

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment