Wednesday, November 25, 2009

YE: Pirsgirêka kurd çareser bike


25/11/2009

Di rapora Firehkirina Yekitiya Ewropayê de, ji Tirkiyeyê tê xwestin ku di pirsgirêka kurd de, gavên erênî û berbiçav biavêje.
Rapora Firehkirina Yekîtiya Ewropayê ji aliyê parlamentera Yekîtiya Ewropayê Gabriele Albertinî ve hate amadekirin û pêr, di Komisyona Karên Derve de, hate nîqaşkirin.
Rapor, ji bilî çareseriya pirsgirêka kurd, ji Tirkiyeyê dixwaze ku astengiyên li pêşiya elewiyan jî ji holê rake.
Rapor, der barê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Îranê re jî di bin çavan re derbas bike û daxwaz dike ku di siyaseta derve de bêhtir bi koordinasyona Yekîtiya Ewropayê re di nava havkariyê de be.
Her wiha dîplomat û siyasetmedarên ewropî jî destnîşan kirin ku Tirkiye, ji Ewropayê dûr dikeve û desthilatdariya Erdogan rexne kirin.

Xetera piştgiriya dîplomatîk
Pêr jî Rojnameya Washington Post a Amerîkayê di sernivîsa xwe de polîtîkayên Erdogan û AKP’ê rexne kiribûn û wiha digot: “Erdogon polîtîka
‘kirêt’ ya derve dimeşîne, bi hewldan û bi têkiliyên xwe prestîja dîktatorên welatên misilman berz dike; her diçe dev ji xîmên demokratîk berdide. Ev jî hin pirsên gelo Erdogan piştgiriya dîplomatîk ya Israîl, Amerîka û YE’yê winda dike? Di seriyan de diafirîne. Heke rewşeke wisa derkeve hole pêkan e ku Erdogan û AKP bi tengasiyên mezin re rû bi rû bimînin.
Balkêşe ku ev daxuyanî beriya ku Erdogan biçe serdana Amerîkayê hatin dayîn. Ji ber vê jî wateya van daxuyaniyan bêtir balê kişand ser xwe. Erdogan roja 7’ê kanûnê dê bi vexwandina fermî ya Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama biçe serdana Washingtonê. BRUKSEL

© Azadiya Welat

No comments:

Post a Comment