Tuesday, November 24, 2009

Parlamenterên Kurd Ligel Kerûbî Pirsa Kurd Gotûbêj Dikin

24-11-2009

Rûdawnet – Taybet: Nûnerên Kurd ên herçar parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam bi mebesta gotûbêjkirina rewşa niha ya Îranê û dîtina mekanîzmekê bo çareseriya pirsa Kurd ligel Kerûbî civiyan. Bi mebesta gotûbêjkirina rewşa niha ya Îranê û dîtina mekanîzmên çareserkirina pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, çend nûnerên Kurd ên gera berê ya Parlamenê Îranê ligel Serokê berê yê Parlamenê Îranê Mehdî Kerûbî civiyan. Di vê derbarê de Nûnerê Bajarê Serdeşt û Pîranşar yê gera şeşem a Parlamenê Îranê Hasil Dase bo Rûdawê got: ‘’Li navxwe yekgirtineke baş di nav Kurdan de tê xwiyakirin, evna jî dibe hevkar bo bidestanîna maf û daxwaziyên me. Em dixwazin ji mekanîzmekê sûd wergirin ku Kurdên me heta niha têde bê ezmûn in, ew jî hunera zanistî ye.’’ Derbarê hevdîtinê de jî Dase wiha axifî: ‘’Di rêze hevdîtinekê de, em dixwazin bala karbidestan bikşînin ser wêya bi rêya diyalog û danûstandinan em dikarin pirsgirêkên deverên Kurdnîşîn ên herpênc parêzgehên wek Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristan çareser bikin. Bo vê mebestê jî heta niha me serdana Axayê Rafsancanî û Kerûbî kiriye û wê ev hevdîtin jî berdewam bin.’’ Çend hizbên Rojhilatê Kurdistanê di dema hemleya hilbijartinên gera dehem a Komara Îslamî ya Îranê de piştîvaniya xwe bo Platforma Kerûbî di mesela çareserkirina pirsa kêmnetewan de li Îranê pêşan dabûn.

No comments:

Post a Comment